Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Konfederasyona Sedîqeyên Karmendan (KESK) ji bo karmendên ku di dema OHALê de ji kar hatin avêtin vegerin ser karê Meşa Kedkaran lidar dixe. Meş ji Stenbolê destpê kir û kedkar/karmend ber bi Enqereyê ve dimeşin.
Meşa ku di 21ê Kanênê de li Kadikoyê ji hêla polîsan ve hat astengkirin, duh (22ê Kanûnê) ji Kartalê dewam kir. Kesên meş lidar dixin, duh şevê li Kocaeliyê bûn. 126 endamên KESKê ku ji kar hatine avêtin, rêvebirên konfederasyonê îro meşa xwe bidomînin.
Hevserokê Keskê Lamî Ozgen ji bianet’ê re axivî û ragihand ku ew weke li Kadikoyê li Kocaeliyê jî rastî astengî zordariyan hatine û vê yekê şermezar kir.
Ozgen got ku ew hewl didin ku di 24ê Kanûnê de bigihêjin Enqereyê.
“Berxwedana ji bo hemû karmendan”
Wezîrê Kar û Sîgorteyê Mehmet Muezînoglu di 3ê Mijdarê de gotibû ku 70 hezar û 784 karmend ji kar hatine avêtin. Piştî vê yekê bi KHKya 677 ve 15 hezar û 726 karmend ji wezîfeyê hatin avêtin û ev yek jî di Rojnameya Fermî de hat destnîşankirin. Bi vî awayî hejmara karmendên ji kar hatine derxistin gihişte 86 hezar û 510an.
Ozgen diyar kir ku ji wan kesên ku ji kar hatine derxistin, 2 hezar û 77 kes endamên KESKê ne.
“Bi hezaran karmendên din endamên sendîqe û konfederasyonên din in. Lêbelê ew sendîqeyan heta vê demê ti nerazîbûnek nîşanî vê yekê nedane. Em ê ji bo endamên me yên ji kar hatine avêtin, heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin.”
“Em zext û astengiyan şermezar dikin”
Ozger derbarê mebesta meşa wan û zextên li wan tên kirin de wiha axvî:
“Em dixwazin vegerin ser karên xwe. Me bi vê durişmê, ji bo hevalên me yên ku ji kar hatine avêtin vegerin ser karên xwe, meşa xwe da destpê kirin.”
“Polîsan di 21 ê Kanûnê de li Kadikoyê bi bombeyên gazê û guleyên plastîk ve êrişî meşa me kirin. Me meşa xwe di 22ê Kanûnê de ji Kartalê domand. Piştî ku em demeke dirêj meşiyan, em bi wesayîtan ve hatin Gebzeyê. Û ji wir jî em derbasî Kocaeliyê bûn.
“Duh êvarê dîsa li Kocaeliyê li hemberî me zext û astengî hatin kirin. Di wê sir û sermayê duh şevê de pêşbirk û filemayên me kirine hincet û demeke dirêj me dane sekinandin. Em vê yekê şermezar dikin.
“Pêşbirk û filemayên me sembola me ye. Em astengiyên bi bahaneyên curbecur tên kirin şermezar dikin.
(BK/YO)