Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
‘’ Em xeletiya ji beriya 30 salan me kirî, em dîsa dikin. Me xwendekarên ji Tirkiyeyê hatîn li polên/sefên heyîn bi cih nekirin, me ew birin sefên cida. Halbûkî ji bo ew hînî Zimanê Almanî bibin û ji bo entegre bibin divê ew di yek polê de bin. Me ew nifşê pêşiyê yê ji Tirkiyeyê hatîn ji destan berdan û em ê nekarin yên Efganî û Sûriyeyî jî bi dest bixin.’’
Dersdêra ev sih sal in li Berlînê kar dike, Friederike Terhechte-Mermerogluyê rewşa perwerdeya Almanyayê bi van gotinên li jor dîyar kir.
Polên cida
Friederike Terhechte-Mermeroglu di wê fikrê de ye ku divê zarokên penaber di polên cida de perwerdeyê nebînin.
Mermeroglu dîyar dike ku divê zarokên xwendekar hînî zimanê Almanî bibin lê nikarin hîn bibin ji ber ku hemî penaber di yek polê de ne. Ew dibêje ku wê xwendekarekê penaber aniye pola xwe û dîtiye ku xwendekar di şeş mehan de hînî Almanî bûye.
Dersdêr
Yek ji kêşeyên dî jî ew e ku dersdêr kêm in. Ew kesên perwerdeya dersdêriyê nestandîn jî ji ber kêmiya dersdêran dersan didin.
Mermeroglu dîyar dike divê xwendekar di heman demê de li mala xwe zimanê xwe yê zikmakî biaxivin(BK/MB)