Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a 2. a Stenbolê qedexeya çûna derveyî Tirkiyeyê ji ser Andrew Craig Brunsonî rakiriye. Dadgehê sê sal û 15 roj cezayê girtinê daye Brunsonî rojên ew li girtîgehê mayî berdêla wî cezayî hatiye hesibandin û serbest bûye.
Şahidên dozê îfadeya xwe guhertine.
Dozgerî xwestiye deh sal cezayê girtinê ji bo Brunsonî bê dayin.
Çi bûbû?
Polîsan keşeyekê bi navê Andrew Brunson, Çiriya 2016ê, bi sûcê sîxurîyê girtibû û ji wê rojê ve girtî bû. Dadgeha Cezayên Giran a Izmîrê 25ê Tîrmehê biryar da ku Bruson dê ji girtîgehê derbikeve û bibe mehkûmê mala xwe.
Parêzerê Brunsonî, İsmail Cem Halavurtî ji dadgehê re diyar kiriye ku tendûristiya(saxlemiya) Brunsonî rê nade ku ew li girtîgehê bimîne û divê ew demildest bê behdan.
Andrew Brunson welatiyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Serokê Amerîkayê Donald Trumpî bi Twîtekê xwestibû Brunson bê berdan.
Keşeyê me, keşeyê we
17ê Gulana 2017ê dema serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan çûyî Amerîyê, Trumpî jê xwestiye ew Brunsonî bide berdan.
Erdoganî gotiye:
“Ji me dixwazin em keşeyî bişînin. Keşeyekê me jî li nik we heye(Fethillah Gulen). Hûn jî wî bişînin.”
(TP/MB)