Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Sakaryayê du kesên ku ji ber êrîşa li ser karkerên kurd kiribûn hatibûn desteserkirin, piştî îfade dane, bi şertê kontrola edlî serbest bûne.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Serdozgeriya Komarî ya Kocaeliyê, bi koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê, bi tohmeta ku “gef xwarine” û “birîndar kirine” biryara desteserkirinê ji bo K.C. û H.C.yê dabû. Leşkeran her du kes desteser kiribûn û piştî îfadeyên wan ên li qereqola cendermeyan, ew şandibûn edliyeyê.
Piştî ku dozgerî îfadeya wan wergirtiye, her du şandiye ber destê dadweriya nobedar. Dadweriyê jî ji bo her du kesan bi şertê kontrola edlî biryara serbestîye daye.
Çi bûbû?
16 karkerên kurd ên ji Şemrexa Mêrdînê çûbûn Sakaryayê liv ir rastî êrîşê hatibûn. Piştî ku Ajansa Mezopotamyayê dîmenên vê êrîşê weşandibû, bûyer di nava raya giştî de rastî bertekan hatibû. Walîtiya Sakaryayê daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku tiştên tên gotin ne rast in. Serdozgeriya Komarî ya Kocaeliyê ji bo du kesan biryara desteserkirinê dabû. (EMK/FD)