Fotograf: AA
Kesên ku di encama êrişên kîmyewî yên rejîma Beasê de li Helebceya Başûrê Kurdistanê hatibûn qetilkirin, bi merasîmekê hatine bibîranîn.
Rejîma Beasê ya di bin Serokatiya Sedam Huseyinî de di 16ê Adara 1988an de ango beriya niha bi 35 salan êrîşî Helebceyê kiribû û pênc hezar kurd hatibûn qetilkirin.
Xizmên kesên di encama êrîşê de can dane, Serokomarê Iraqê Ebdûletîf Reşîd, rayedarên Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal û niştecihên bajêr beşdarî merasîmê bûne ku li bajarê Helebceyê pêk hatiye.
Serokomarê Iraqê Ebdûletîf Reşîdî çeleng daniye li ser “Bîrdariya Şehîdiyê” û axiviye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Reşîdî gotiye, Lijneya Wezîran demeke nêz de statuya bajarbûnê ya Helebceyê pesend kiriye: “Gelê Helebceyê layiqî zêdetirê vê ye. Ji ber ku wan bi fedakariya xwe kurd li dine nasandin.”
Reşîdî di dewama axavtina xwe de diyar kiriye ku karesata li Helebceyê qewimî, hemû dinya lerizand û ji bo ku cardin karesatên bi vî rengî neqewimin, divê gelekî hewl bê dayîn: “Helebceyê li dinyayê bajarekî bedel dayî ye.”
Li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê jî merasim bûne
Ji hêla din ve li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê jî bi beşdariya rayedar û welatiyan merasimên bibîranînê yên cuda hatine lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniyî jî derbarê salvegera êrîşa Helebceyê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye, "Em destnîşan dikin ku hewcehiya gel û bajarê Helebceyê di herqadê de bêtir bi xizmetê heye. Bêyî ku biderengî bikeve û awayê ku dadgehê biryar daye divê tezmînat (ji bo malbatên kesên mirin û birîndar bûn) bên dayîn."
Derbarê qetlîama Helebceyê de
Êrîşa kimyewê ya li ser Helebceyê di heyama Şerê Îran-Iraqê de weke merhaleya dawîn a Herekata Enfalê ya ku Serokomar Sedam Huseyîn li dijî Kurdan dabû destpêkirin, hat pêkanîn.
Bi fermandariya Elî Hesen el-Mecîdê ku wekî "Eliyê Kimyewî" tê naskirin û pismamê Sedam Huseyînê serokê rejima Baasê, di 16ê Adara 1988an de bi bombeyên xaza xerdal û sarînê êrîşî birin ser Helebceyê. Helebce gelekî nêzî sînorê Îranê ye û wê heyamê navçeyeke biçûk bû.
Di encama êrîşan de 5 hezar helebceyî can dan û 7 hezar jê jî birîndar bûn. Yên li paş man bi tirsa êrîşeke duyemîn bi wesayîtan yan jî peyatî ber bi sînorê Îranê ve reviyan. (FD)