Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo îdiayên ku li Çeçenyayê mêrên hevzayend ji hêla rayedaran ve tên desteserkirin û rastî îşkenceyê tên heta niha ji rayedarên Rûsyayê û Çeçenyayê bersiveke têr û tijî nehat.
Ji hemû cîhanê parazvanên mafan û LGBTI, ji bo ronîkirina îdiayan û ji bo girtina kampên ku mêrên hevzayend lên tên girtin, kampanyeyan lidar dixin.
Kampanyeya “Bila Navendên Îşkence yên Gey Bên girtin” ya di Avvaz.org ê de hatiye destpêkirin heta niha ji hêla zêdetirî yek milyon û 200 hezar kesan ve hatiye îmzekirin. Rêxistina Efûyê jî bangewaziya çalakiyeke lezgîn li Tirkiyê kir.
Ji hesabên medyaya civakî yên İstanbul LGBTİ+ Hefteya Rûmetê jî daxuyaniyek hat belavkirin û hat gotin ku “Li Çeçenyayê çi diqewimin?” (ÇT/FD)