Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yavûz Selîm Demîrbag, nîvîskarê Yenîçagê di 10ê Gulana 2019an de rastî êrişê hatibû. Dadgehkirina faîlên êrişê piştî 888 rojan îro dest pê kiriye.
Danişîna yekem li 54em Dadgeha Hiqûqê û Esliyê ya Enqereyê pêk hatiye. Di dozê de Adem Y., Emrah Y., Ali A., Furkan Ç., Necmettin İ. û Orhan Ç.yî bi sûcên wek ‘brîndarkirina bi qestî ya biçek, gefxwarin û heqaret’ê tên dadgehkirin û 22 parêzeran parastina wan kirine.
Bersûcan gotiye me êriş nekirine
Di danişînê de bersûcan îdiaya ku wan êrişî Demîrbagî kirine û lêdane qebûl nekiriye. Bersûcan îdîa kirine ku ji ber dijûndayîna di trafîkê de di navbera wan de pevçûn çêbûye. Her wiha bersûcan îdiaya ku ji bo keşfê bikin çûne mala Demîragî înkar kirine.
Demîrbag: Dibe ku min bixwe li xwe dabe
Demîragî bi gotinên, "Dîmen li holê ne. Dibe ku min bixwe li xwe xistibe. Dema her tişt li holê be ez nikarim ewqas derewan rabikim” bertek nîşanî îfadeyên bersûcan daye.
Demîrbagî diyar kiriye ku wan ji min re gotin ,''Te meydan vala dît?'' Yekî dijîn xwar, yê din jî got, "Bikuje." Di trafîkê de tiştek neqewimî. Hevalê min ê rojnamevan Mûrat Agirel ez birim mal. Mimkune ku wan em şopandibe."
Parêzerê Demîrag, Erhan Tokatçî diyar kiriye ku êrîş ne birîneke hêsan e, hewldana kuştinê ye û xwestiye doz li Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin.
Dadgehê biryar daye ku dosyeyê ji Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar re bê şandin. Parêzerên bersûc nerazîbûn nîşanî biryarê dane û gotin, "We di rojnameyan de manşet çêkirin."
Piştî danişînê Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) yê Tirkiyê û raportorê Azadiya Medyayê yê bîanetê Erol Onderoglûyî gotiye, ew biryara 'Cezayê Giran' ê dadgehê erênî dibînin.(HA/AY)