Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Pêşbaziya Çîrokan a Abdûllah Dûranî encam da ku deh sal in ji hêla Sendîkaya Kedkarên Perwerde û yên Zanistê (Egîtîm-Sen) a Amedê ve tê lidarxistin.
Îsal 20 çîrokên Kurmancî, 2 çîrokên Dimilî û 31 çîrokên Tirkî bi giştî 53 çîrok beşdarî pêşbaziyê bûn.
Egîtîm Sen a Amedê aşkere kir ku ji ber Rewşa Awarteyê ragihandina encaman bidereng ketiye.
Çîrokên Kurmancî
Di beşa Kurmancî de lijne ya ku ji Îsmaîl Dîndar, Omer Dilsoz, Mem Bawer, Şêxo Fîlîk û Servet Ornekî pêk dihat xelata yekemîn dan Îbrahîm Halîl Taşî (Berjeng Brahîm) ku ji Amedê bi çîroka bi navê “Nangiranî” beşdar bibû.
Xelata duyemîn Hamît Baydû yê ji Amedê bi çîroka “Lîstika Meşan, ya sêyemîn jî Mûsa Kaya yê ji Girtigeha Tîpa T ya Balikesîrê bi çîroka “Raza Darê” beşdar bibû standin.
Herwiha ji Girtîgeha Tîpa F ya Kocaeliyê Tûncer Ûşar bi çîroka xwe ya bi navê “Dilşadiya Ruhan”, ji Girtîgeha Tîpa T ya Balikesirê Resûl Çetîn bi çîroka bi navê “Zerya” û ji Girtîgeha Alîgayê ya Îzmîrê Huseyîn Guçlu jî bi çîroka bi navê “Lê” yê xelatên mansiyonê wergirtin.
Çîrokên Tirkî
Di beşa Tirkî de lijne ji Ayşegul Tozeren, Dogûs Sarpkaya, Vedat Çetîn, Mûrat Ozyaşar û Yavûz Ekînciyî pêk dihat. Lijneyê xelata yekemîn dan M. Saît Kokut ê ji Amedê ku bi çîroka “Sûs Olmak”ê beşdar bibû.
Xelata duyemîn ji Girtîgeha Jinan a Sîncan a Enqereyê Zeynep Avci bi çîroka “Merdîvendekî Îz”ê wergirt. Ya sêyemîn jî lijneyê da Îlhamî Çinar ku ji Girtîgeha Tîpa L ya Balikesîrê bi çîroka “Rozîn”ê beşdar bibû.
Ji Amedê Tarik Altin bi çîroka “Guneşîn Şarkisini Dînleyenler”, ji Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê Serdar Koç bi çîroka “Hawar” û ji Amedê Ridvan Eyîcan bi çîroka “Pamûk Kozasinda Mevsîmlîk Ûmûtlar”ê xelatên mansiyonê standin.
Çîrokên Dimilî
Ji ber ku di beşa Dimilî de du çîrok hatine şandin, lijneyê xelatên mansiyonê dan ji Girtîgeha Tîpa F Bolûyê Hasan Alkiş û Alî Riza Kalanî.
Derbarê Abdûllah Dûranî de
Abdûllah Dûran di 29ê Adara 2006ê de di 9 saliya xwe de dema ligel malbata xwe li şaneşîna mala xwe runiştî bû di encama guleberdana hêzên ewlekariyê de miribû. (YY/FD)