Li Taksîma Stenbolê di meşa 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî a Li Dijî Tûndkariya Li Ser Jinan de 13 kesên ku hatibûn desteserkirin, serbest bûn.
Platforma 25ê Mijdarê ya Têkoşîna Li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan li ser medyaya civakî daxuyanî da û weha got:
"13 hevalên me yên hatin desteserkirin, serbest bûn! Têkoşîna me ya mafdar nayê astengkirin. Li dijî nefretê bijî jiyan, bijî hevgirtina jinan! Em ê di 25ê Mijdarê de sala bê dîsa li kolanan bin!"

25Ê MİJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA Lİ DİJÎ TÛNDKARIYA Lİ SER JİNAN
2020-2025: Mêran herî kêm 1923 jin kuştine, 4436 jin birîndar kirine
25 Mijdar 2025
Platformê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hevgirtina jinan û ragihand ku ew ê di 25ê Mijdara sala bê de dîsa li kolanan bin.

25Ê MİJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA Lİ DİJÎ TÛNDKARİYA Lİ SER JİNAN
Jin û LGBTÎ+yan li Kolana Îstîklalê bang kirin: Em ê dev ji mafên xwe bernedin
26 Mijdar 2025
(EMK/AY)
