Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Yakup Berent mamosteyê rehberê ye. Li Navenda Rehbertî û Lêkolîna Amedê (RAM)ê 3 salan xebitiye. Niha sekreterê Komeleya Kesên Kor yê Altinoktayê ye.
Em derbarê pêkanîna programa Piştgiriya Perwerdehiyê Bo Kêmendaman li Amedê de bi wî re axivîn.
Berent behsa sîstema giştî kir, pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriyê anî ziman û bi taybetî bangî weliyan kir.
“Divê welî li ser vê yekê girîngî bisekinin, konrtolkirin jî bi awayekî baş were kirin. Mirov dikare bêje bêûsûliyên li gelemperiyê Tirkiyeyê li vir jî tê kirin. Delîlê vê yekê jî ew ku li ser navê xwendekarê ku wefat kiriye, 3 meh pere hatiye sitandin.”
Amed
Berent dibêje li tevahiya Amedê zêdetirê 60 navendên taybet hene. En navend mehê herî kêm 100 hezar tl pere ji dewletê digrin. Ev cihên hane baş nayê kontrolkirin.
“Ka bînin ber çavê xwe ku wê êdî servîs baş bixebite, mal bi mal bigere, wê mazotê bişewitîne, personel û servîsên din jî peyda bibe. Hûn bawer bikin ku eger sîstema damarê pêk were wê hejmara navendan nîvî kêm bibe.”
“Ji ber ku gelek xwendekar hene, naçin dibistanan, li malê rûniştine û mehaneyên wan jî ji dewletê tê girtin. Piştî kontrolên baş ev navendana risk hilnadin êdî. Wê hin ji wan were girtin, hinekên din jî wê bibin yek.
Berent bo vê yekê pêkanîna nîşandina sîstema biyometrîk û şopandina bi kamerayê baş dibine. Ev pêkanîn Bi Biryarnameya Wezareta Perwedehiyê ve hat qebûlkirin.
Pirsgirêka kêmasiya pisporan
Berent dibêje sedema pirsgirêkan ne tenê li navendan e û pirsgirêkên derbarê perwerdehiya ji bo kêmendaman û kêmasiya kadroyê tîne ziman.
“Kêmasiya kadroyên ku kontrolan dikin jî hene. Li Tirkiyeyê mûfetiş û mamosteyên di warê perwerdehiya taybet de dewstûr girtine gelek kêm in.
“Gelo konrolkirina di vê warî de wê çawa pêk were? Divê bi teqez cihên ku xwendekar lê perwede dibin, programên dersê jiyana wan ên sosyal were kontrolkirin.Divê mamoste bi xwe jî were kontrolkirin k adi karê xwe de pêşketiye an na.
Pêkanîna elimandinê
Bernt dibêje eger bi sîstema elimandinê ve zarokên kêmendam bi heval û hogirên xwe re li heman cihê perwerde bibin, wê ji navendên rehabilîtasyonên taybet zêdetir baştir be.
Li Tirkiyeyê di navbera salên 2014-2015an de li dibistanên seretayî, navîn û bilind de 182 hezar û 917 xwendekar li gorî rêziknameyê di perwerdehiya bi sîstema elimandinê ve perwerde bûne.
“Li fêrgeha ku Wezarata Perwerdehiyê dibeje divê herî zêde 20 kes tê de bin, tenê 2 xwendekarên kêmendam dikarin cih bigirin. Di fêrgehek te herî zêde 2 xwendekarên otîstîk dikarin cih bigirin. Li gorî rêziknameyê zêdetir nabe. Lêbelê fêrgehên din jî dikarin vekin. Mamosteyên di vî warî dikarin bibin pispor. Dikarin dibistanên nû çêbikin.
“Li navenden taybet ji bo xwendekarên kêmendam di hefteyê de 2 saet tenê perwerde tê dayîn. Li dibistanên dewletê 36 saet e. Di sîstema elimandinê de kesên kêmendam her tim din av perwerdehiyê de ne.
“Xwendekarên kêmendam di fêrgeha de ligel hevalên xwe perwerdehiya li gorî xwe dikare bibine. Ew xwendekarana ji hêla pisporan ve li odeya destekê tên perwerdekirin.”
Wê qelîte bihata nîqaşkirin
Berent diyar dike ku li Amedê bi pereye ku li navendên taybet tê dayîn re, dikarin dibistanên nû çêbikin û wiha dibêje: “Eger em tevahiya Tirkiyeyê bînin ber çavên xwe, bi vê çavkaniyê ve mirov dikare bi sedan dibistan vebike û bi hezaran mamosteyan hilde ser kadroyê.”
“Li dibistanan ji bo xwendekarên kêmendam dikarin fêrgehên taybet çêbikin. Li dibistanên ku were vekirin li gorî rêziknameya Wezareta Perwerdehiyê dikarin xwendekaran perwerde bikin. Wê demê em ê niha ne derbarê pirsgirêkan de, derbarê qeliteya perwerdehiyê de biaxiviyan.
Pêşniyar
Berent pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêkan jî wiha tîne ziman:
*Li dibistanên nû de divê bi teqez odeya ji perwerdehiya taybet hebe. Li dibistanên heyî jî divê müdiren dibistanan rewşa xwendekarên kêmendam bînin berçavên xwe û derdora dibistanê li gorî vê yekê saz bikin.
*Di vê malbat jî di pêvajoya perwerdekirina kêmendaman de cih bigrin. Divê bi taybetî ser malbatên ku zarokên xwe dişinin navendên taybet de were sekinandin. Dersên ku li navendê weke piştgirî didin ji zarokan re divê were şopandin.
*Divê mudirtiyên perwerdehiyê û ofîsên hiqûqê kontrolên xwe yên ser navendan zêdetir bikin. Sîstema biyometrîk bi teqez divê pêkwere.
*Mînak li Amedê lîseya ji bo kesên kerr nîn e. Ew xwendekarana ji vir diçin Wan û Xarpêtê. Li Amedê ji bo wan didistana navîn heye. Gelo çima em ê wan ji derdora wan dûr bixin û bişînin bajêrên din. Eger pêngavên ji bo perwerdehiya kêmendama were avêtin, divê ev kêmasî jî were çareserkirin. Li gorî hemû kêmendaman li her bajarê pirsgirêka dibistanan divê were çareserkirin. (RB-LA/NU/HK)
Fotoğraflar: Leyla Ayaz
Sibê: Amed - Sur
***
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
8- Pirsgirêkên Navendên Rehabilîtasyona Taybet: Mînaka Çewlikê
9- Xwendekar û Weliyên Çewlikî Diaxivin
10- Du Rêveber Li Ser Pêkanîna "Ji bo Kêmendaman Piştgiriya Perwerdehiyê" Nîqaş Dikin
11- Xwendekar û Weliyên Çewlikî Diaxivin
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.