Fotografê manşetê: Canva
Li gorî daneyên ku Federasyona Hevgirtiyên Bêasteng parve kirine, li Tirkiyeyê ji 10 milyonî zêdetir kêmendam hene. Gelek kêmendam di gihiştina xizmetan de pirsgirêkan dijîn. Yek ji van pirsgirêkan jî fêrbûna zimanê kurdî ye.
Serokê Federasyona Pêkhateyên Kêmendaman Abdulmecît Yilmaz ku yek ji kesên çavên xwe kêmendam e, anî ziman û got, ew dixwazin zêdetir xwe bigihînin pirtûkên kurdî yên bideng: "Niha kesên ku dibînin, pirtûkan dixwînin. Pêdiviyê bi kîjan pirtûkê bibînin diçin wê pirtûkê dikirin û dixwînin. Gava em bixwazin pirtûkekê bixwînin, em nikarin."
Li ser vê mijarê Serokê Federasyona Pêkhateyên Kêmendaman a Amedê Abdulmecît Yilmaz û endama Komeleya Kesên ji Çavên xwe Kêmendam in a Dîcleyê Newroz Dalbûdakê ji bianetê re behsa daxwaz û zehmetiyan kirin.
"Ji bo kurdî tiştekî nakin
Li gorî kanuna telîf û hunerê ya nivîsan, pirtûk li Tirkiyeyê dema çap dibin, kopyeyekê ji wan ji bo malperên ku di derbarê kêmendaman de xebatan dikin, dişînin.
Yilmazî diyar kir ku, kes ji bo kurdî vî karî nake û malperên ku ji bo astengdaran dixebitin ji bo qada kurdî tiştekî nakin. Her wiha da zanîn ku, weşanxane û komeleyên kurdî jî ji bo kêmendaman kêm xebatan dikin.
Abdulmecît Yilmazî balê kişand li ser rewşa fêrbûna zimanê kurdî û got: "Gelek caran daxwaza fêrbûna zimanê kurdî dikin. Li ser vê daxwazê, me di sala 2019an di serdema pandemiyê de, bi hevkariya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û Komeleya Kesên ji Çavên xwe Kêmendam in a Dîcleyê, kursa zimanê kurdî bi rêya online bi teybetî ji bo kesên ji çavên wxe kêmendam in li dar xist. Wê demê eleqeyeke gelek baş ji bo fêrbûna zimanê kurdî hebû. Enstîtuyê jî bi her awayî alîkariya me kirin. Em spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin."
Her wiha Abdulmecît Yilmazî balê kişand projeya pirtûkxaneya înternetê ya ku ji hêla GETEMê (Laboratouara Teknolojî û Perwerdehiyê ya ji bo Kesên ji Çavên xwe kêmendam in a Zanîngeha Bogaziçiyê) ve hatî çêkirin ya li ser navê kêmendaman xebatan dike. Ji gelek zimanan pirtûk li wir tên barkirin. Kesên ku dixwazin pirtûkan bixwînin, bi raporên xwe yên kêmendamtiyê, li wir dibin endam û pirtûkan dixwînin. Yilmazî diyar kir ku, bi taybet pêdiviya wan bi sîstemeke wisa heye.
"Deng ji bo me çav e"
Yek ji endamên Komeleya Kesên ji Çavên xwe kêmendam in a Dîcleyê Newroz Dalbûdakê jî anî ziman ku, kesên ji çavên xwe kêmendam in pir dûrî pirtûkan dimînin û çend pirtûkên kurdî hene, haya wan jê tune ye. Ji bo pirtûkên bi deng werin xwendin, bernameyên taybet ên telefon û kompûterê hene. Ew dixwazin ku li ser van bernameyan, zimanê kurdî bi awayekî lê bê zêdekirin:
"Em bi telefonan digihêjin bernameyên dengan. Dema ez di telefonê de pirtûkeke bi tirkî, ingilizî û erebî bixwazim, dikarim bixwînim. Di telefonê de programên bi navê "voice over" û "voice dream" hene. Ez pirtûkan wekî PDFê li wir bardikim û dixwînim. Lê ev tişt bi kurmancî tuneye. Çima îro ez ji Siriyê re bêjim "Abdulmecit Yılmazı ara". Çima ez jê re nabêjim "Li Evdilmecît Yilmazî bigere". Deng ji bo me çav e. Çima em kurdiya xwe bideng nakin ev jî kêmaniyek e.
"Enstitûya Stochkolmê ji me re her mehê pirtûkekê dixwîne û barî YouTubeê dike. Pirtûka dawî ku xwendibûn, Hinara Dawî ya Dinyayê ya Bextiyar Elîyî bû ku wan ji me re ev pirtûk nexwenda, belkî bi salan jî min ê nizanîba ku Bextiyar Elî heye yan tune ye. Em dûrdikevin. Jiber ku bi deng tişt digihêjin me û bi deng pir tişt tunene. Îro em bixwazin ku bigihêjin tiştekî, pir zor dibe bi me."
GETEMProjeya pirtûkxaneya înternetê ya ku ji aliyê Laboratouara Teknolojî û Perwerdehiyê ya ji bo Kesên ji çavên xwe kêmendam in a Zanîngeha Boğaziçiyê ve ji bo kesên ji çavên xwe kêmendam in hatiye çêkirin, armanc dike ku ji bo kesên kêmendam bigihêje çavkaniyan. |
Temaya Îsal
Roja Cîhanî ya Kêmendaman bûyerek salane ye ku her sal di 3ê Kanûna Pêşiyê de pêk tê. Her sal di 3ê Kanûna Pêşiyê de, mirovên li çaraliyê cîhanê ji bo hişyariya kêmendaman çalakiyan bi sernavên cûda organîze dikin.
Mijarên tematîk ên Roja Kêmendaman a sala 2022an wekî "Çareseriyên veguherîner ji bo pêşkeftina tevgir: Rola înovasyonê di xwedîkirina cîhanek gihîştî û wekhev de" hatiye destnîşankirin. (RY/FD)
*Fotograf û vîdeo: Roza Yiğit