Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî êrîşên nîjadperest di dema maça Bûrsaspor û Amedsporê de li alîgir û futbolîstên Amedsporê bûn, 14 baroyan daxuyaniyeke hevbeş a nivîskî weşandiye. Di daxuyaniya hevbeş de baroyan diyar kiriye ku êrîş di şexsê Amedsporê, di serî de li gele kurd, li hemû derdorên civakê pêk hatine û divê êrîşkar bên cezakirin.
Di daxuyaniyê de navê Baroya Agirî, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Dêrsîm, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê hebû.
Baroyan di daxuyaniya xwe de gotiye ku êrîşên nîjadperest li ber otela ku qafîleya Amedsporê lê dima, destpê kirine:
“Di dema maçê de jî komên alîgir ên nîjadperest li trîbûnan, heman êrîşên nefretkirinê dewam kirine, li trîbûnan posterên endamên JITEmê yên faîlên gelek kurd kuştine û pankarta wesayita torosê ya bûye sembola kuştinên faîlên wan nediyar û windakirinên bidarî zorên yên salên 90î hatine hildan.
Çawa ku ji naveroka wan jî wê bên famkirin, ev êrîş ne tene li beramberî Amedsporê lê di şexsê Amedsporê de di serî li dijî kurdan lê li dijî hemû aliyên civakê pêk hatine.
Em dixwazin bibêjin ku li dijî van êrîşan em piştevaniya Amedsporê dikin, em bang li rayedaran dikin ku li jî her cûre nêzîkatiyên cudakar û nîjadperest û gotinên nefretkirinê tedbîrên pêşîlêgirtinê bigirin, lêpirsînên bibandor li dijî van faîlên aştiya civakî jehrî dikin bidin destpêkirin û faîlan ceza bikin.”
Duh li Bûrsayê, di navbera Bûrsaspor û Amedsporê de maçeke futbolê pêk hat. Beriya wê bi rojekê, alîgirên tîma Bûrsasporê çûbûn ber otela ku futbolîstên Amedsporê lê diman û sloganên nîjadperest berz kiribûn. Duh jî, beriya maçê, di dema maçê û piştî wê de futbolîst, alîgir û rêvebirên tîma Bûrsasporê êrîşî futbolîst, alîgir û rêvebirên Amedsporê kiribûn. Serokê Kulûba Amedsporê Selahattîn Yildirim bi bianetê re axivîbû û gotibû, “Di dema maçê de kêr, güle, hesin, şûşeyên avê jî di nav de komek tişt avêtin qadê, hakem bi rengekî vekirî li bende bû ku kesek bimire, bi ti rengî lîstik neda sekinandin.” (AS/FD)