Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Endamên Meclîsa Ciwanan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Heskîfê ya Êlihê duh (12ê Hezîranê) xwestibûn li dijî projeya bendava Germavê çalakiyekê pêk bînin. Lê polîsan midaxele li wan kiribû.
Rojnameger Sonya Bayik ku çalakî dişopand jî di nav de polîsan 33 kes desteser kiribû.
Bixwîne - Polîsan çalakiya ji bo Heskîfê asteng kiriye
Li gorî rojnameya Ajansa Mezopotamyayê polîsan di wesayita desteserkirinê de xaz li endamên Meclîsa Ciwanan reşandiye û derb li wan daye.
Kesên ku hatibûn desteserkirin, piştî kontrola tenduristiyê ya li nexweşxaneyê birine midûriyeta emniyetê ya navçeyê û piştî tespîtkirina nasnameyan, serbest bûne. (EMK/FD)
Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê