Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkanê 84 salî 2yê Îlonê roja Înê careke din birine nexweşxaneyê. Nexweşiya dil, tansiyon, guatr, gurçik û rûviyan bi Ozkanî re heye, hestiyên wî dihelin, dengan kêm dibihîze û çavên wî baş nabînin û tişt nema tên bîre. Her weha bi tena serê xwe nikare bijî.
Ji ber pirsgirêka dilê jî du rojan Ozkan li beşa nexweşiyên giran hatiye dermankirin. Di 5ê Îlonê de gotine, “rewşa wî baş bûye” û ew dîsa şandine girtîgehê.
Nexweşxaneyê gotiye, “Ew nikare li girtîgehê bimîne”
Ji roja ku hatiye girtin heta niha 5 caran dilê Ozkanî sekiniye. 4 caran anjiyo bûye. Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlî ya Amedê raporek amade kiriye û gotiye ku “Ozkan nikare li girtîgehê bimîne.” Lê Saziya Tipa Edlî (STE) ya ku gelek caran ew şandine wir, gotiye, “Ew dikare li girtîgehê bimîne.”
Parêzerên Ozkanî ji bo ew tehliye bibe, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane. Lê Dadgehê daxwaza wan qebûl nekiriye.
“Hema hema her roj diçe nexweşxaneyê”
Parêzerê Ozkanî, Serdar Çelebî ji bianetê re got ku rewşa miwekilê wî cidî ye û dewam kir: “Em behsa mirovekî dikin ku bêyî alîkariya hinên din nikare xwarinê bixwe, bimeşe. Mirovekî di vî rewşê de çawa dikare li girtîgehê bimîne?”
Çelebiyî diyar kir ku “Ozkan hema hema her roj neçar dimîne biçe nexweşxaneyê û ev bûye rûtîn. Ger rapora ku dibêje ‘dikare li girtîgehê bimîne’ didin vî mirovê her roja xwe li nexweşxaneyê diborîne, nikare bimeşe, xwarinê bixwe, ev tiştekî din e, ev biryareke siyasî ye.
“Saziya Tipa Edlî ji bo mirovekî di vê rewşê de bi israr dibêje ‘ew dikare li girtîgehê bimîne’. Rapora herî dawî jî di 15ê Tebaxê da. Me serî lê da û xwest ku biryara bergiriyê bistîne, lê ew jî qebûl nekir. Me careke din serî lê da û me got ‘careke din li biryara xwe bifikirin, wê ev mirov bimire’. Lê bersiv nedan.”
Çelebiyî behsa biryarên STEyê yên derbarê girtiyên nexweş de dide, kir û got: “Dewlet ne li gorî cidiyeta rewşa tenduristiyê biryarê dide bê ka wê kî bê berdan an na. Me ev di biryara Aysel Tûglûkê de dît.
“Mînak, gotin Çevîk Bîr jî bi nexweşiya demansê ye û biryara tehliyekirinê dane ji bo wî. Lê ji bo Aysel Tûglûka ku di heman rewşê de ye STEyê got, ‘na nabe derkeve, dikare li girtîgehê bimîne’.
“Çi ferq di navbera Aysel Tûglûk û Çevîk Bîrî de heye? Sekna wan a li beramberî dewletê û têkiliya wan a bi dewletê re ye. Yasaya ku ji bo Çevîk Bîrî pêk tînin û ya ji bo Aysel Tûglûkê pêk tînin, ne cida ye, lê kesên ku yasayan bicih tînin, şîroveyê dike û şert û merc diguherin. Yanî hiqûqa dualî pêk tînin.”
Çi bûbû?Ozkanê 84 salî 27 sal in girtî ye. Bixwîne - "Ji bo Mehmet Emîn Ozkanî sibe wê dereng be" Heta niha pênc caran dilê wî sekiniye, nexweşiyên giran ên weke alzheimer, anevrizma, tansiyon, guatr û yên ji ber gurçikan û rêviyan lê peyda bûne. Nikare baş bibihîse û bibîne bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Digel ku berê rapor dabûnê û gotibûn nikare li girtîgehê bimîne, ew nehatiye tehliyekirin. Ji ber ku rewşa wî ya tenduristiyê di asteke xeter de ye, ji bo wî tehliye bikin, hewl didin raporên nû ji wî re bistînin. Bixwîne - "Mafê jiyanê yê Mehmet Emîn Ozkanî binpê dikin" Herî dawî vîdeoyek hatibû weşandin ku tê Mehmet Emîn Ozkan hebû û leşkeran ew dibirin nexweşxaneyê. Di vê vîdeoyê de jî hate dîtin ku Ozkan nikare bimeşe û nexweşê giran e. Digel vê rewşê kelemçeya destê wî dernexistine û Saziya Tipa Edlî gotiye ku “ew dikare li girtîgehê bimîne.” Mehmet Emîn Ozkan bi tohmeta ku di dema qetlîama Liceyê de tiliya wî di kuştina Bahtiyar Aydin, Fermandarê Herêmê yê Cendermeyan de heye girtî ye. Lê piştî 20 salan ji qetlîamê dozgeriyê gotiye ku albayê teqawidbûyî Eşref Hatîpoglû, Fermandarê Alaya Cendermeyan ê Amedê persiyarê qetlîamê ye. Li Liceyê, navçeya Amedê di 22yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yan de 14 sivîl û Bahtiyar Aydin li gel leşkerekî miribûn. Doza Lîceyê di 8ê Kanûna Pêşiyê ya 2018an de bi biryara beraetê ya ji bo Eşref Hatîpoglûyî qediyabû. Dadgehê gotibû ku berpirsiyar ne Hatîpoglû ye û bersiv nedabû wê pirsê ku bê ka kê 16 kes kuştine. Di îdianameya vê dozê de hatibû gotin, berpirsiyar ne weke ku wê demê gotibûn, leşker in lê ne rêxistine. Di îdianameyê de hatibû diyarkirin ku “derbarê beşdarbûna Mehmet Emîn Ozkanî ya vê çalakiyê de ti zanyarî nînin.” Mehmet Emîn Ozkan 8 sal berê careke din di vê dosyayê de hate dadgehkirin ku berê ceza jê xwaribû. Lê ne hate tehliyekirin ne jî delîlên nû yên hatin nirxandin. |
(RT/FD)