Fotograf: MA
Muhammed Eren Sutçuyê ki li Stenbolê bi çekan û kêrê êrîşî avahiya rêxistina Bahçelîevlerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribû, serbest bûye.
Sutçuyî di 28ê Kanûna Pêşiyê ya 2021ê de êrîşî avahiya HDPyê kiribû û reviyabû. Polîsan paşê ew desteser kiribû.
Bixwîne - Li Stenbolê bi kêr û çekê êrîş li dijî avahiya HDPyê bûye
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, piştî îfadeya wî li Midûreyeta Emniyetê qediyaye, polîsan ew birina Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Dozgerî xwestiye ku Sutçu bila bi tawana “Gef xwariye û birîndar kiriye" were girtin. Dozgerî ew şandiye Dadgeha Aştî û Cezayan a 3yem a Stenbolê.
Heyeta dadgehê biryara serbestbûnê ji bo Sutçuyî daye.
Çi bûbû?
Muhammed Eren Sutçuyî di 28ê Kanûna Pêşiyê de bi çekan û kêrê êrîşî avahiya rêxistina Bahçelîevlerê ya HDPyê kiribû. Di encama êrîşê de Ramazan Dişari û Azîz Şîmşek bi sivikayî birîndar bûbûn. Piştî êrîşî polîsan êrîşkar desteser kiribû û ew biribûn Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Kolana Vatanê. Dozgeriyê biryar dabû ku lêpirsîna wî veşartî were kirin û dema desteserkirina wî 4 rojan hatibû dirêjkirin. (FD)