Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Abdûlkadîr A.yê xizmê nexweşekê/î duh bi şev (31ê Tîrmehê), li Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Harranê, navçeya Rihayê pêşiyê êrîşî perestar Hayriye Orûçê, paşê jî êrîşî xebatkarê tenduristiyê Suleyman Cengîzî kiriye.
Xizmên din ên nexweşî/ê jî tevlî Abdulkarîr A.yî êrîş kirine û Suleyman Cengîz ji rûyê xwe birîndar bûye.
Cengîzî giliyê Abdûlkadîr A.yî kiriye û polîsên nexweşxaneyê ew desteser kiriye.
Piştî kar û barên Abdûlkadir A.yî yên li navenda polîsan, li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ew şandine ber destê dadweriya nobedar. Dadweriyê bi tawana ku "bi zanebûn birîndar kiriye" Abdûlkadîr A, îro girtiye. (TY/FD)