Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kesê ku di dema rêûresma cenazeyê leşkerê li Colemêrgê hatiye kuştin de êrîşî Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) kiriye, hatiye berdan. Di dîmenan de tê dîtin ku O. S. kulmekê li ser ruyê Kiliçdaroglûyî dide.
Ji ber êrîşa li ser Kiliçdaroglûyî 9 kes hatibûn desteserkirin. Duh pêşiyê 8 kes hatibûn berdan. Di saetên şevê de O. S. jî hatiye berdan.
Li ser sînorê Tirkiye-Iraqê çar leşker hatibûn kuştin. Rêûrismê binaxkirina leşkerê bi navê Yener Kirikçiyî li bajarê wî, Enqereyê hatibû kirin. Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû beşdarî rêûrismê bûbû.
Bixwîne - CHP dê li 81 bajaran derkeve kolanan
Komekê pêşiyê dirûşmên “bila PKK(Partiya Karkerên Kurdistanê) derkeve” gotibû. Paşê li benda Kiliçdaroglûyî mabûn ku ew ji cihê rêûrismê derkeve. Dema derketî êrîşî wî kiribûn.
Piştî vê, 9 kes hatibûn desteserkirin ku tê gotin êrîşî Kiliçdaroglûyî kirine. 8 ji van piştî îfadegirtina wan hatine berdan.
Dema desteserkirina O. S. yî hatibû dirêjkirin ku di dîmenan de hatiye dîtin, kulm li Kiliçdaroglûyî daye.
Bixwîne - Ji ber êrîşa li ser Kiliçdaroglûyî 6 kes hatine desteserkirin
Qebûl kiriye ku kulm lê daye
Polîsan piştî êrîşê bi ser mala O. S.yî de girtibûn lê ew li malê nedîtibûn. Duh nêzîkî navçeya Sîvrîhîsarê ya Eskîşehîrê hatibû zeftkirin û desteserkirin. Ew biribûn Fermandariya Cendermeyan a Çûbûkû û ji vir jî şandibûn Edliyeya Çûbûkê.
Bixwîne - Hevserokên HDPyê serdana Kiliçdaroglûyî kirine
O. S. yî di îfadeya xwe ya pêşiyê de gotibû, “ez di nava qerebalixê de hatime coşê” û qebûl kiriye ku kulm li Kiliçdaroglûyî daye.
8 ji wan berê hatibûn berdan
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî aşkere kiribû ku 9 kes hatine desteserkirin.
Çar ji van piştî lêpirsîna li gel dozgeriyê û dadweriya nobedar bi şertê kontrola edlî hatine berdan.
Dozgerî biryara berdanê ji bo sê kesan, Dadweriya Sûc û Cezayan a Nobedar jî biryara berdanê ji bo kesekî daye.
Li gorî vê encamê 8 kesên gumanbar hatine berdan.
Soylûyî diyar kiriye ku hemû kesên êrîşî Kiliçdaroglûyî kirine ji gundê Akkuzuluyê ne. Bûyera êrîşê li vî gundê pêk hatibû.
Çelîk: Êrîşkar endamê AKPyê ye
Omer Çelîk, Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivisandibû ku kesê kulm li Kiliçdaroglûyî daye, endamê AKPyê ye. Çelîkî wiha gotibû:
“Hatiye dîtin ku O. S. yê di nava êrîşkaran de ye, emdanê partiya me ye. Lijneya Rêveberiya me ya Bajarê Enqereyê biryar girtiye ku endamtiya O. S. yî bişînin Lijneya Disîplînê ya Bajêr. Lijneyê xwestiye O. S. bê ixrackirin”. (AS/FD)