Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, John Kerryî bang li hemî aliyên Sûriyeyê kir ku guh bidin agirbestê.
Wî diyar kir ji bilî çareseriya sîyasî ti rêyên dî nînin.
Agirbesta Sûriyeyê şeva dî li gor sieta Tirkiyeyê di siet 19:00ê de dest pê kiriye.
Navenda lê ceribandinê ya Rûsya û Amerîkayê
Kerryî da zanîn ku agirbesta bi hewlên Rûsya û Amerîkayê dê bê çêkirin ji bo hemî welatî ye û alîkariya mirovî jî beşek ji wê planê ye.
Kerryî da zanîn ‘’heke piştî heft rojan aramî pêk hat’’ Rûsya û Amerîka dê navenda lêceribandinê ya hevpar çêbike.
Dikare ji bo Sûriyeya hevgirtî şansek be
Kerryî da zanîn ku di jiyana xwe ya siyasî de wî rewşeka wek Sûriyeyê tevlihev nedîtîye û got:
‘’Ew gav bi gav hat vê rewşê. Çareserî jî dê gav bi gav be. Em difikirin ku ji bo çareserkirina kêşeyê tekane rê rêya siyasî ye.
YPG: Em jê keyfxweş in
YPG(Yekîneyên Parastina Gel) bi daxuyaniyeka nivîski got: ‘’Em ji plana agirbestê keyfxweş in’’
‘’Agirbest dê we bike ku şer li ser DAIŞê germ bibe.
(AS/MB)