Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li ser krîza digel Hollandayê, cihgira nûnerê koma Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Fîlîz Kerestecîoglûyê got:
“AKP ji bo çend dengên erê bistîne hima bêje xwe ji îlankirina şerî jî venade.
“Ya hatî redkirin ne Tirkiye ye, AKP ye.
Rapora NYyê
“Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî(NY) di operasyonên 18 mehan dom kirî de, nêzîkî 2000 kesan mirine ku 800 ji wan endamên hêzên çekdar ên dewletê bûne. Bi awayekê gelek ciddî mafên mirovan hatine binpêkirin, ji 355 hezaran zêdetir mirov bi zorê warên xwe terk kirine.
“Piştî hilbijartina di 7ê Hezîranê de, 33 caran êrîşên bi bombeyan hatine kirin.
“Ji Hezîranê heta niho mêran 472 jin kuştine.
Erêyên Parlamentoyê
“Bi tezkereya Sûriyeyê di şerê li Sûriyeyê li El Babê 68 leşker mirine.
“Bi Rewşa Awarte 152 parlamenter hatin dadkirin, 13 parlamenterên me niho di girtîgehê de ne.
Girtiyên Nexweş
“Li girtîgehan nêzîkî 720 girtiyên nexweş hene, 114 ji wan ketine nexweşiya penceşêrê, nexweşiya 387 girtiyan giran e.
“157 rojnameger di girtîgehê de ne.”(YY/MB)