Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlementera HDPê Filiz Kerestecioglu derbarê şewate li Edeneyê ku 11 zarok canê xwe ji dest dabûn de li meclisê axivî û diyar kir ku sedema mirina wan zarokan polîtîkayên hukimetê ne û wiha got:
“Ev meclis ji xeynî rehmet xwestin û teziyedayînê zêdetir ti tiştek nake û êdî gel ji vê têr bûye. Bi ti kes nebê je ‘eger îxmalên kî hebe...’. Tenê îxmalên îktîdarê hene. Sedema mirina wan zarokan polîtîkayên hukimetê ne.
“Polîtîkayên wan bi ENSAR û KAIMDERê ve xwe daye der.
“Hûn zarokan bi taybetî jî zarokên hejar mecbûr dihêlin ku di cemaetê de bimînin, lê yên ku pereyên wan hene jî di wargehên taybet û luks de dimînin. Lêbelê divê perwerdehî bêpere, laîq, demokratîk û bi zimanê zikmakî ve were kirin.
“Ji ber vê yekê divê Qaymeqamê Aladagê û Mudirê Perwerdehiyê îdtîfa bikin.
“Hukimet bi awayekî baş dizane ku ev cemaetên wiha di nav xwe de rêxistineke çawa ava kirine. Bi rastî jî am gelek meraq dikin ka hûn li benda hewldana derbekirineke bû ne.”
(YY/YO)