Ji bo nûçeya Tirkî
Li meclisê rûniştina ji bo rakirina parêzbendiya parlementerên ku derbarê wan de dosya hatiye vekirin, dewam dike.
Parlementera HDPê Filiz Kerestecioglu dema di rûniştina meclisê de navber hat dayîn, derbarê bûyera ku hat serê wê de daxuyanî da bianetê.
‘5 AKPî dengdaran dişopînîn’
Kerestecioglu derbarê pêkanîna dengdanê de wiha got: ‘Divê dengdan veşartî pêk were. Lêbelê 5 wekîlên AKPê li pêşiya kabînan sekinîne û dengdaran dişopînin. Ez wisa bawer dikim ku wekîlên wan dema deng didin, mecbûr in ku xwe û dengê xwe bidin nîşan.’
Keresetecioglu derbarê bûyera bi serê wê de hatiye de wiha got:“Ez jî çûm û li pêşberê wan wekîlan sekinîm ku bila şerm bikin. Ji min re gotin: ‘Tu çima li vir disekinî?’ Min jî got: ‘Ji bo ku hûn şerm bikin, ez li vir sekinîme. Ji ber perdeyê dûrbikevin. Bila her kes li gorî xwe dengê xwe bi kar bîne.”
“Parlementereke CHPê jî li wan mudaxeleyê kir. Li ser vê yekê wekîleke AKPî hewl da ku êrişî wî bike. Dema ku min vê bûyerê bi telefona dikişand, wekîlekî AKPê li destê min xist û telefona min li erdê ket. Min ji wî wekîlê navê wî pirsî û wî jî got Kemalettîn. (Di nav AKPê de yek kesek tenê bi vê navê heyeç Ew jî Wekîlê Rihayê Kemalettîn Yilmaztekin e.)”
‘Dema min xwest dîmenên meclisa ku di bin erka mêran de ye û zext, tundî lê pêk tê bi telefona xwe bikêşim, ez bi xwe rastî êrişê hatim. Ev yek bêedebî ye.’
‘Dê her kes bi biryara xwe ve di dîrokê de cih bigre’
Kersetecioglu wiha got: ‘Dê her kes bi biryara xwe ve di dîrokê de cih bigre. Ew kesên ku dengê erê bi kar anîne, berpisên pêvajoya derbeyê ne.’
‘Dixwazin hişmendiyek pêk bînin. 30-40 sal in li vî welatî şer heye. Ji bilî muzekere û aştiyê, tu çareseriya vê yekê nîne. Dê dîsa çareseriyek pêk neynin. Mixabin dê ji biryara qesrê re bêjin ‘erê’ û şerê heyî jî berdewam bikin.’
(BK/YO)