Ji bo nûçeya Tirkî bixwîne
Ken Loachî li Festîwala Fîlman a Cannesê, bû cara didoyê ku xelata Palmîyeya zêrîn stand. Loachî xelat bi fîlma xwe ya ‘’I, Daniel Blake’’ stand.
69em cara xelatdayina Festîwala Fîlman a Cannesê, li Qesra Festîwalên Cannesê hat dayin.
Loachî xelat ji destên Mel Gibsonî sitand.
Loachî li axiftina xwe ya xelatstandinê got: ‘’Gelek ecêb e ku ez vê [ xelatê] distînim. Wek tê zanîn yên ji me re bûne îlham bi hejariyê li Brîtanyaya 5em dewlemenda dinyayê dijîn.’’
Pêşiya niho jî standibû
Loachî li sala 2006ê bi fîlama xwe ya ‘’ The Wind That Shakes the Barley’’ dîsa ev xelat standibû.
Lîsteya xelat û xelathilgiran:
- Palmiyeya Zêrîn, Fîlma Herî Baş: ‘I, Daniel Blake’ (Derhêner: Ken Loach)
- Xelata Lijneya Hilbijêr: Xavier Dolan (‘Juste la fin du monde’)
- Derhênerê Herî Baş: Cristian Mungiu (‘Bacalaureat’), Olivier Assayas (‘Personal Shopper’)
- Lîstikvana Herî Baş a Jin Jacklyn Jose (‘Ma’Rosa’)
- Lîstikvanê Herî Baş ê Mêr: Shahab Hosseini (‘The Salesman’)
- Senaryoya Herî Baş: Asghar Farhadi (‘The Salesman’)
- Xelata Taybet a Lijneya Hilbijêr: ‘American Honey’ (Derhêner: Andrea Arnold )
- Kamêreya Zêrîn : ‘Divines’ (erhêner: Douda Benyamina)
- Kurtefîlma Herî Baş: ‘Timecode’ (NV/MB)