Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê dewam dike dane destpêkirin, di roja xwe ya 13an de ye.
Îro parlamenter Kemal Bulbul, Serpîl Kemalbay, Huseyîn Kaçmaz, Erdal Aydemîr, Mûrat Çepnî, Kemal Pekoz, Celadet Gaydali û Nûran Îmîr beşdarî çalakiya nobetê bûne.
Serpîl Kemalbayê li ser navê parlamenteran axiviye û gotiye:
Şer, pevçûn û neçareserî
"Li pêşiya me hilbijartin heye. Yek ji krîtîktirîn hilbijartinên Tirkiyeyê ye. Lê rewşeke nediyar li pêşiya Tirkiyeyê ye. Rizîbûna heyî roj bi roj zêdetir dibe û di rewşeke wiha de kuştinên siyasî tên kirin û ev rizîbûn ketiye nava desthilatdariyê û derbasî serê dewletê bûye.
"Ji ber vî tiştî girîng e ku em balê bikişînin ser vê rewşê, polîtîkayên şer, pevçûn û neçareserkirinê yên yek ji sedemên bingehîn ên xizaniya mezin, sefîltî, bêdadî, zext û tundkariya li Tirkiyeyê disepînin gelên Tirkiyeyê,"
Salvegera qetlîama Parîsê
"Îro 9ê Kanûna Paşiyê salvegera qetlîama Parîsê ye. 3 siyasetmedarên jin, di 2013an de li Parîsê hatin qetilkirin. Di vê qetlîamê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê can dan. Gelek delîl hebûn ku li paş vê qetlîamê MIT heye, lê digel vê jî dewleta Fransayê ev dosye girt û Tirkiyeyê bi ti rengî lêkolîna vê dosyayê nekir.
"Em dizanin ku kuştinên siyasetmedaran tenê ne bi Tirkiyeyê re sînordar in. Ji Xwişkên Mîrabel heta Rosa Luksemburgan, ji Maria Suphiya ku navê wê gelekî nehatiye bihîstin heta Denîz Poyrazan, Nagîhan Akarselan, qetlîamên li dijî gelek jinan pêk hatine. Li dijî va qetlîaman em ê di parastina siyaseta demokratîk de berdewam bikin. Ev qetlîam çavtirsandin in.
Gotûbêjên aştiyê
"Hem li cîhanê û hem jî li Kurdistanê jin dibin parçeyeke guherînê. Têkoşîna ku li Îranê bi Jîna Emînî dest pê kirî û dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' îro li tevahiya cîhanê belav bûye. Êdî ev dirûşm ne tenê dirûşma azadiyê ya kurdan lê bû dirûşma azadî û edaletê ya hemû jinan. Ev jî nîşan dide bê ka têkoşîna jinan çiqas gerdûnî bûye.
"Em îro li vê derê ne. Ji ber ku di bingeha hemû polîtîkayan de polîtîkayên şer û mêtingeriyê hene. Hem pergala kapîtalîst û hem jî ya emperyal dixwaze daxwazên gelan ên wekhevî, azadî, demokrasî û aştiyê bitepisîne, bêdeng û tecrîd bike. Yên ku di sala 2013an di dema pêvajoya aştiyê de 3 siyasetmedarên jin qetil kirin, ji bo ku daxwazên hêzên demokrasiyê bêdeng bike van êrişan organîze dike. Dê bi van êrişan nekarin bi me paşvegav bidin avêtin. Ji bo ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, bi birêz Abdullah Ocalan re muzakereyên aştiyê bên destpêkirin û gavên pêwîst werin avêtin, em ê têkoşîna xwe bidomînin û piştevaniya xwe bidomînin. Yek ji girîngtirîn parçeyên vê piştevaniyê jî jin in. Têkoşîna jinan rêya me ronî dike. Bila tecrîd û polîtîkayên şer bi dawî bikin û aştiyê pêk bînin." (AS/FD)