Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî du dozên cuda li Wezîrê Karûbarên Navxweyî Suleyman Soylûyî vekirine.
Akşenerê bi sedema ku "êrîşên bi israr, bi zanebûn û ên bi berdewamî li mafên wê şexsî dike" doz lê vekiriye û daxwaz kiriye ku bi 5 qurişan were cezakirin.
Ji ber gotina "Patronê PKK, HDP û Meral Akşenerê DYA ye" ya Soylûyî û hin gotinên din ên di demên cuda de kirine, Akşenerê serî li dozvekirinê daye.
Parêzerê Akşenerê Ûgûr Poyrazî di daxwaznameya xwe de behsa van gotinên Soylûyî kiriye:
- Di 24ê Adara 2019ê de, "Li hêlekê tê di dek û dolabên FETOyê de be...Bila haya te ji gavên tu diavêjî, gotinên tu dikî hebe...Ez ê bibêjim bê ka tu dixwazî siberoja vî welatî radestî kê bikî."
- Di 23ê Adara 2019ê de, "Bi FETO û Qendîlê re peyman daniye."
- Di 29ê Adara 2019ê de, "Ez Wezîrê Karûbarê Navxweyî me, dema ez tiştekî dibêjim, bi belgeyan dibêjim. Têkiliya 29an ji wan bi zelalî bi PKKyê re heye."
- Di 30ê Çiriya Pêşiyê ya 2019ê de, "Tu hosteya densê ya di navbera PKK û HDPyê de yî."
- Di 30ê Adara 2022yê de, "Tekane tişta ku dixwaze bike senaryoyeke FETOyê ye...Nikariye xwe ji captagonfiroşên Dîlokê rizgar bike...Xanima kêmasiyan."
- Di 28ê Tîrmeha 2022yê de, "Di dema wezîrtiya xwe ya stajyeriyê de te captagon baş dizanîbû."
- Di 13ê Çiriya Paşiyê ya 2022yê de, "Patronê PKK, HDP û Meral Akşenerê DYA ye."
Kiliçdaroglûyî jî doz vekiriye
Kemal Kiliçdaroglûyî jî ji ber gotinên Suleyman Soylûyî yên derbarê wî de, gilî kiriye. Parêzerê Kiliçdaroglûyî Celal Çelikî diyar kiriye ku ji ber Soylûyî ji Kiliçdaroglûyî re gotiye, "bêşeref", wan giliyê Soylûyî kiriye û doza 200 hezar TLyî kiriye.
Çelîkî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku Wezîrê Karûbarên Navxweyî Suleyman Soylûyî di dema civîna Komîsyona Plan û Budçeyê ya Parlamentoyê de i bo Kiliçdaroglûyî gotiye, "bêşeref" û wan jî doz vekiriye.
(HA/FD)