Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Kemal Gunî, cenazeyê kurê xwe Murat Gunî li Goristana Xozatê spart axê.
Gun ê 70 salî ji bo ku hestiyên kurê xwe bistîne li Dêrsimê li Qada Seyît Rizayî 90 rojan ketibû greva birçîbûnê.
Hestiyên kurê Gunî duh bi rêya ambulansê ji Midûriyeta Zabitayan ya Şaredariya Dêrsimê birin morga Cemxaneya Xozatê.
Li gorî nûçeya dihaberê, piştî rêûresma li Cemxaneyê, tabûtê ku bi flamaya sor û gulan xemilandî bi sloganan li Goristana Xozatê hat veşartin.
BIXWÎNE – KEMAL GUNÎ HESTIYÊN KURÊ XWE STANDIN Û DEST JI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BERDA
Parêzer Engîn Gokoglû yê ji bianetê re axivî got ku piştî veşartina hestiyan Kemal Gun ê ku 90 rojan di greva birçîbûnê de bû wê dest bi dermankirinê bike.
Çi bûbû?
Di 7ê Mijdara 2016an de li herêma Çat ê ya di navbera Dêrsimê û navçeya Xozatê de di encama bombebarana Hêzên Çekdar ên Tirkan de 11 milîtanên Partî/Eniya Rizgariya Gel a Şoreşger (DHKP-C) hatibûn kuştin. Yek ji wan jî Mûrat Gun ê 28 salî bû.
Kemal Gun, bavê Mûrat Gun ji bo ku cenazeyê kurê wî bidin ê, di 28ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Di dema ku greva birçîbûnê berdewam dikir de piştî serlêdana parêzeran malbat birin stargeh a hatiye bombebaran. Kemal Gun diyar kir ku wan li wir hin hestî û cil dîtine û çi tiştên ku dîtine radestî cendermeyan kirine.
Hin cenazeyên milîtanan ku di encama testa DNAyê de nasnameyên wan hatin diyarkirin, ji Saziya Tipa Edlî ya Malatyayê radestî malbatên wan kirin, lê cenazeye Mûrat Gun hîna nehatiye tespîtkirin û cenaze radestî malbate nehatiye kirin.
Kemal Gun ê ku kurekî wî yê din jî di 4ê Nîsana 2016an de li Geyiksû ya Dêrsimê hatibû kuştin dixwaze goristaneke kurê wî Mûrat Gun hebe. (AS/FD)