Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kemal Gun ji bo ku hestiyên kurê xwe bistîne û gorekê ji wî re çêbike 88 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Parêzerê wî Engîn Gokoglû daxuyanî da bianetê û got ku ew bi Saziya Tiba Edlî re axivîne û ji wan re gotine ku cenazeyê Mûrat Gun kurê Kemal Gun 18ê Gulanê bi rêya PTT kargoyê re şandine Dêrsimê.
Gokoglû got, “Em li bendene ku îro yan jî sibê hestî bigihê dozgeriyê, ji wir bidin şaredariyê û şaredarî jî radestî Kemal Gun bike”.
Kemal Gun aşkere kiribû ku heta hestiyên kurê wî bidin wê ew ê greva birçîbûnê berdewam bike.
Çi bûbû?
Di 7ê Mijdara 2016an de li herêma Çat ê ya di navbera Dêrsimê û navçeya Xozatê de di encama bombebarana Hêzên Çekdar ên Tirkan de 11 milîtanên Partî/Eniya Rizgariya Gel a Şoreşger (DHKP-C) hatibûn kuştin. Yek ji wan jî Mûrat Gun ê 28 salî bû.
Kemal Gun, bavê Mûrat Gun ji bo ku cenazeyê kurê wî bidin ê, di 28ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Di dema ku greva birçîbûnê berdewam dikir de piştî serlêdana parêzeran malbat birin stargeh a hatiye bombebaran. Kemal Gun diyar kir ku wan li wir hin hestî û cil dîtine û çi tiştên ku dîtine radestî cendermeyan kirine.
Hin cenazeyên milîtanan ku di encama testa DNAyê de nasnameyên wan hatin diyarkirin, ji Saziya Tipa Edlî ya Malatyayê radestî malbatên wan kirin, lê cenazeye Mûrat Gun hîna nehatiye tespîtkirin û cenaze radestî malbate nehatiye kirin.
Kemal Gun ê ku kurekî wî yê din jî di 4ê Nîsana 2016an de li Geyiksû ya Dêrsimê hatibû kuştin dixwaze goristaneke kurê wî Mûrat Gun hebe. (AS/FD)