Li Muzexaneya Sînemayê ya Stenbolê, pêşangeheke berfireh wê derbarê fîlmê Star Warsê de vebe. Star Wars yek ji wan rêzeyan e ku di dîroka sînemayê de herî zêde lê hatiye temaşekirin.
Koleksiyona ku hezkiriyên Star Warsê di 40 salî de berhev kir, ji zêdetirî 600 parçeyî pêk tê. Pêşangeh wê roja 1ê Çiriya Pêşiyê li Muzexaneya Sînemayê ya Stenbolê vebe.
Navê pêşangehê “Pêşangeha Hezkiriyên Komstêrê” ye. Berhemên di vê pêşangehê de wê bên nişandan, têkildarî fîlmê Star Warsê ne ku George Lucasî derxistiye holê û beşa wê ya yekê, di sala 1977an de hatiye nişandan.
Pêşangeh wê li salona pêşangehan a demkî ya Muzexaneya Sînemayê ya Stenbolê bê vekirin. Di pêşangehê de ji 50yî zêdekir peyker, 120 fîgur, 30 zirxên rastîn û cilûberg, balafira şerî ya di fîlmî de hatiye bikaranîn, 20 bustên bi destan hatine boyaxkirin û li gorî pîvanên yên rastîn hatine çêkirin, diorama, kumzirx, maskeyên fîlmî yên lîstikvanan îmze kirine, poster û gelek parçeyên din wê bên nişandan.
Wezareta Çand û Tûrîzmê piştgiriya pêşangehê dike ku ji Tirkiyeyê jî hin parçeyên taybet wê tê de hebin.
Di dema pêşangehê de, wê fîlmên Star Warsê û belgefîlm bên nişandan û nirxandin li ser fîlman bên kirin.
Pêşangeh wê heta 1ê Sibata 2024an vekirîbe. (AÖ/FD)