Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ayşe Karacagîl a ku di dema Berxwedana Geziyê de li Antalyayê hatibû girtin û piştî 5 mehan girtî mabû û piştî ku derketibû çûbû Qendîlê, li Reqqayê di encama şerê bi DAIŞê re çû ber dilovaniya xwe.
Karacagîl bi 98 sal cezayê girtîgehê dihat darizandin û dadgehê kefiya wê ya sor weke delîl bikar tanî. Ji ber vê kefiya wê ya sor medyayê Karacagîl weke “Keçka Kefîsor” binav kiribû. Ayşe Karacagîl di sala 2014ê de dema 20 salî bû ji dêya xwe re nameyek nivîsandibû û çibû Qendîlê.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Karacagîl di 29ê Gulanê de çû ber dilovaniya xwe.
“Kefiya Sor” di nava delîlan de bû
Ayşe Denîz Karacagîl piştî Berxwedana Geziyê di Îlona 2013ê de di encama serdegirtina malan de hatibû desteserkirin. Tevlî çar kesan bi awayekî girtî dihat darizandin û di dozê de bi “hewldana jiholêrakirina dewleta Komara Tirkiyê, ji bo hikûmetê ji holê rake çalakiyan lidar bixe, berxwedana bi bandor a li hemberî polîsan, endamtiya rêxistina terorê ya bi navê MLKP û bi kefiya sor sembolkirina sosyalîzmê” dihat sûcdarkirin. (BK/FD)