Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Festîvala Fîlman a Silêmaniyê ya Navnetewî ya 5em, fîlmê "Ji bo Azadiyê" hate qedexekirin. Karvedanên vê rewşê dewam dikin. Fîlm wê di roja duyem de (18ê Kanûna Pêşiyê) tevlî 34 fîlmên din bihata nîşandan lê rêvebiriya festîvalê bi mehneya ku "şert û mercên beşdariyê bicih neaniye" fîlm ji nava bernameya festîvalê derxistiye.
Festîvala Fîlman a Silêmaniyê ya Navnetewî ya 5em roja 17ê Kanûna Pêşiyê destpê kiribû. Ji 35 welatan 150 hunermend, derhêner û rexnegirên fîlman beşdarî festîvalê bûbûn. Di nava bernameyê de 145 dokumanterên metrajkurt, metrajdirêj û yên dramatîk hene. Festîval bi piştgiriya Rêveberiya Herêma Kurdistanê û bi organîzasyona şîrketa Fîlman a Navnetewî li dar dikeve. 18 fîlm di festîvalê de ketine pêşbirkê û wê 23yê Kanûna Pêşiyê encama pêşbirkê diyar bibe.
Rêvebiriya Festîvalê: "Qedexe nebûye, saet guheriye!"
Koordînatorê Festîvalê Daner Omerî bi Rûdaw TVyê re axiviye û gotiye ku fîlmê "Ji bo azadiyê" nehatiye qedexekirin, "Saeta nîşandana wî hatiye guhertin.": "Me gotibû ku li gorî rêzika festîvalê, fîlmên wê werin nîşandan divê piştî 2019an hatibin girtin. Me gotibû em nikarin fîlmên di 2019an de hatine kişandin, nîşandan." Omerî diyar kiriye ku "Digel vî tiştî me ji produktoran re got, saeta nîşandana fîlmî di 22.00ê de ye, lê em dikarin di saetên sibehê de nîşan bidin.": "Me bi zelalî got ku pirsgirêk ne siyasî ye."
KFR: "Ji derve bandor li ser rêvebiriyê kirine"
Komuna Fîlman a Rojava ku çêkerê fîlmî ye, ji bo vê rewşê gotiye, wan ti tiştekî zelal ji devê rêvebiriya festîvalê nebihistiye û ji ber vê rewşê jî ew fîlmê xwe yê din, yê bi navê "Dema Dirîreşkan" jî ji bernameyê derdixin. Komunê her weha ji rêvebiriya festîvalê xwestiye ku rastiya rewşê ji gelê Silêmaniyê re aşkere bike.
Daxuyaniya Komuna Fîlman a Rojava wiha ye:
"Ne me serî li festîvalê de, lê film ji aliyê festîvalê ve hatin xwestin, vexwendin. Rêveberiya festîvalê dizanî ku film hê di dawiya 2019’an de hate qedexekirin. Lewre jî ne mumkin e ku sala piştî wê hatibe çêkirin! Serîlêdana filman li ser platforma ‘FilmFreeWay’ pêk tê. Di wê derê de, bi tu rengî behsa sînordarkirina salê nayê kirin, di hevdîtinên bi me re jî tu car behsa vê nehat kirin. Di beşên din ên festîvalê de, filmên ku 2019’an de çêbûne hene."
"Her wiha di qada festîvalê de jî agahî hebûn ku ‘ji derve’ bandor li ser rêveberiya festîvalê çêbûne. Ev agahî nebana jî, tiştên qewimîne rewşê zelal li ber çavan radixîne."
Koordînator: "Li vir ti kes nikare li dijî serokê dewleteke din biaxive"
Dana Omer, Koordînatorê Festîvalê nirxandinên Komuna Fîlman a Rojava bi gotina "ji rastiyê dûr e" penase kiriye û gotiye ku festîvala wan "serbixwe ye" û "ji derve ti hêz nikare bandorê li wan bike." Omerî ji ber îdiayên "astengkirin an jî qedexekirina fîlmî", xwestiye çêker lêborînê ji wan bixwazin û wiha dewam kiriye: "Ev ne mijareke siyasî ye, ne Konsolxaneya Tirkan ne jî aliyekî din midaxele nekir. Ev mijar hatiye bikaranîn. Ger ji me lêborînê bixwazin wê fîlm were nîşandan."
Li gel vê rewşê, Omerî li ser pirsa pêşkêşkarê Rûdaw TVyê ya ku gotiye "Hûn çima ji rexnekirina binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê yên li civînên vekirî yên festîvalê, aciz dibin" wiha gotiye: "Ti kes nikare li vir li dijî serokê dewleteke din biaxive [...] em ê nehêlin ti kes vê festîvalê ji bo rojeva xwe ya siyasî bikar bîne."
Rûdaw: "Çavkanî Konsolxaneya Erbîlê nîşan dide"
Li gorî nûçeyeke ku Rûdaw TVyê weşandiye "Konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Erbîlê mixadele li bernameyê kiriye." Li gorî "çavkaniyeke" ku nasnameya wî/ê li bal Rûdawê veşartiye, "Ji ber ku fîlmê Ji bo Azadiyê behsa şer û pevçûnên di operasyona çongşkandinê ya li Tirkiyeyê di navbera salên 2015-16an de pêk hatiye, rexneyan li operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) dike, binpêkirinên mafên mirovan nîşan dide" hatiye astengkirin. (AEK/FD)