Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Cemal Kaşikçi(Kajûxcî) ew rojnameger e ku li Balyosxaneya Erebistana Siûdiyê hatiye kuştin lê termê wî nehatiye dîtin. New York Timesê li ser kuştina Kajûxçîyî vîdeoyek amade kiriye û diyar kiriye ku yê rê dayî vê kuştinê prensê Erebistana Siûdiyê, Selman e.
15 kes hatin û ew kuşt
Di vîdeoyê de wêne û vîdeoyê 15 kesên hatîn Stenbolê û çûyîn Riyadê cih girtiye. Hatiye diyarkirin ka plana kuştinê çi bûye. Li gor nûçeyê Kajûxcîyî li Balyozxaneya Erebistana Siûdiyê hatiye kuştin û termê wî bi mînîbasekê ji wê derê hatiye birin.
bixwîne - Zarokên Kaşikçiyî: Em dixwazin termê bavê xwe veşêrin
Çi bûbû?
28ê Îlonê ji Kaşikçiyî re hatiye gotin ku “kaxizên te ne amade ne” û jê xwestine ku 2yê Çiriya Pêşiyê dîsa here Konsolxaneyê.
Ji 2yê Çiriya Pêşiyê saet 13.00ê, Cemal Kaşikçi de çûye Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê.
Dewleta Erebistana Siûdiyê eşkere kiribû ku Kaşikçi hatiye kuştin lê hê termê wî nehatiye dîtin.
Dozger hat
Dozgerê Erebistana Siûdiyê, Suud el Muceb 31ê Çiriya Pêşiyê ji bo li ser kuştina Cemal Kaşikçiyî lêkolînan bike hatiye Stenbolê, vê sibeyê çûye navenda Rêxistina Îstixbarata Neteweyî(MÎT).
Dozgerê navborî jî çûye Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê. Ew û serdozgerê Dadgeha Stenbolê Irfan Fidan civiyane.
NY: Bila cihê termê Kaşikçi bê dîyarkirin
Komîsera bilind ê mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, Michelle Bacheletê bangî Erebistana Siûdiyê kiriye û diyar kiriye divê cihê termê kaşikçî lê ye bê eşkerekirin.
(AS/MB)