Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokatiya Konseya Rêveberiya KCKê derbarê operasyona TSKê ku li dijî Cerablusê pêk tîne de daxuyanî da.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê di wê daxuyaniya KCKê de wiha hat gotin: “Piştî azadkirina Minbicê, Tirkiyeyê jî pilana îşqalkirina Cerablusê xist dewrê.”
KCKê destnîşan kir ku armanc ne DAIŞ e, Hêzên Sûriya Demokratîk e û got: “Êrişên li dijî Rojava li dijî hemû kurdan e.”
“Armanca dewleta tirk DAIŞ nîn e”
Daxuyaniya KCKê bi vî rengî ye:
“Dewleta tirk li pêş çavên cîhanê li Dîlokê komkujî kir û ev yek jî ji xwe re kir hinceta dagirkirina Cerablûsê. Ev yek ji bo hemû dewletên çavên xwe li vê dagirkeriyê digire, cihê şermê ye. Ji bo dagirkirina Cerablûsê 60 mirov hatin qurbankirin, ku piraniya wan zarok in. Ev, yek ji sûcên herî giran ên dîroka mirovahiyê ye.
“Piştî ku DAIŞ ji Minbicê hat avêtin, yekser plana derxistina DAIŞê ji Cerablûsê û bicihkirina çeteyên alîgirê Tirkiyeyê hat bicihanîn.
“Piştî ku DAIŞ ji Minbicê hat avêtin, yekser plana derxistina DAIŞê ji Cerablûsê û bicihkirina çeteyên ser bi Tirkiyeyê hat bicihanîn. Dewleta Tirk û çeteyên wê, DAIŞ ji Cerablûsê dernexistine.
“Bi rengekî lihevkirî DAIŞê xwe ji Cerablûsê vekişandiye û li şûna DAIŞê dewleta Tirk û çeteyê pê ve girêdayî lê hatine bicihkirin.
“Armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ne DAIŞ e; yekane hedefa wan Hêzên Sûriyeya Demokratîk e ku wê Sûriyeyê demokratîk bikin.”
“Hêzên navneteweyî çavên xwe ji vê êrişê re girtin”
“Hêzên navneteweyî jî, ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî yên bi Tirkiyeyê re, vê êrîşê ji nedîtî ve tên. Ev ji nedîtî hatin, nîşan dide ku ew jî Sûriyeyeke demokratîk naxwazin. Di nava têkoşîna hêza siyasî de bi her awayî têkiliyên qirêj dafirînin û gelan qurbanî berjewendiyan dikin.
“Ti armanca kurdan û gelên li Bakurê Sûriyeyê ji bo parçekirina Sûriyeyê nîne. Tirkiye ji bo veşartina armancên xwe nîşan dide ku ev hêz dixwaze Sûriyeyê parçe bike. Tirkiye hewl dide gelên li Sûriyeyê bike dijminê hev û bi vî rengî li Sûriyeyê hesabên xwe pêk bîne.
“Dewleta tirk bi dagirkirina Cerablusê re dixwaze bi rêya çeteyan bandora xwe ya li ser Sûriyeyê zêde bike. Ji bo vê armanca xwe, hêzên dij bi Kurd jî bi kar tîne.”
“1ê Cotmehê û Berxwedana 6-7-8ê Cotmehê”
“Pêwîst e Kurd vê êrîşê ne tenê li hemberî Kurdên li Rojava bibînin. Divê weke êrîşek li dijî hemû Kurdan bibînin, bi vî rengî yekîtiya xwe xurt bikin, helwesteke hevpar nîşan bidin û têbikoşin.
“Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, çawa ku li hemberî êrîşên li dijî Rojava û Kobanê hêza xwe kirin yek û têkoşiyan, divê niha jî li hemberî vê êrîşê helwestê nîşan bidin û têkoşînê geş bikin.
“Gelê kurd divê niha jî bi ruhê 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û Berxwedana Kobanê ya 6-7-8ê Cotmehê rabin ser piyan, li hemberî van êrîşan Şoreşa Rojava biparêzin û têkoşîna ji bo demokratîkirina Sûriyeyê geş bikin.”
(AS/YO)