Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bi biryarnameya derbarê tayînkirina qaymeqam û alîkarên waliyan de cihê 403 qaymeqam û alîkarêh hin waliyan hatiye guherandin.
Wezareta Karûbarên Navxweyî daxuyaniyek belav kiriye û gotiye ku li gorî Biryarnameya Derbarê Tayînkirina Qaymeqam û Alîkarên Waliyan de ya sala 2019ê, cihê 403 qaymeqam û hin alîkar^ne waliyan hatiye guherandin.
Peywirên pilebilindtir dane kayûman
Li gorî vê biryarnameyê “qaymeqamên hemû navçeyên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê” qaymeqam hatin guherandin. Herwiha peywirên pilebilindtir dane wan qaymeqam û alîkarên waliyan ku li van navçeyan kayûm bûn.”
Guherandinên ku hatine kirin
Alîkarê Waliyê Êlihê û Kayûmê Şaredariya Êlihê Ertug Şevket Aksoy ji bo Qaymeqamtiya Marmarisa Muglayê, Alîkarê Waliyê Şirnexê û Qeyûmê Şaredariya Şirnexê Turan Bedirhanoglu ji bo Qaymeqamtiya Kuçukçekmeceya Stenbolê, Qaymeqamê Cizîra Şirnexê û Qeyûmê Şaredariya Cizîrê Faik Arican ji bo Qaymeqamtiya Bucaya Îzmirê, Qaymeqamê Çelêya Colemêrgê û Qeyûmê Şaredariya Çelê Temel Ayca ji bo Qaymeqamtiya Beypazariya Enqereyê, Qaymeqamê Dihê ya Sêrtê û Qeyûmê Şaredariya Dihê Murtaza Dayanç ji bo Qaymeqamtiya Kemera Antalyayê, Qaymeqamê Rêya Armûşê ya Wanê û Qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê Cemil Ozturk ji bo Qaymeqamtiya Gazipaşaya Antalyayê, Qaymeqamê Giyadîna Agiriyê û Qeyûmê Şaredariya Giyadînê Olgun Oner ji bo Qaymeqamtiya Avanosa Nevşehirê, Qaymeqamê Miksa Wanê û Qeyûmê Şaredariya Miksê Onur Şatiroglu ji bo Qaymeqamtiya Demreya Antalyayê, Qaymeqamê Edremîta Wanê û Qeyûmê Şaredariya Edremîtê Atif Çiçekli ji bo wezîfeya Alîkarê Waliyê Antalyayê, Qaymeqamê Qosera Mêrdînê û Qeyûmê Şaredariya Qoserê Mehmet Yuzer bo Serokatiya Daîreya Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Parêzgehan, Alîkarê Waliyê Sêrtê û Qeyûmê Şaredariya Sêrtê Ceyhun Dilşad Taşken bo Serokatiya Daîreya Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Parêzgehan, Qaymeqamê Muradiyeya Wanê û Qeyûmê Şaredariya Muradiyeyê Harun Yucel bo Serokatiya Daîreya Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Parêzgehan, Qaymeqamê Xelata Bidlîsê û Qeyûmê Şaredariya Ovakişlayê Mustafa Akgul bo Mifetişiya Milkiyeyê, Qaymeqamê Yenîşehira Amedê û Qeyûmê Şaredariya Yenîşehirê Serdar Kartal bo Mifetişiya Milkiyeyê, Qaymeqamê Gevera Colemêrge û Qeyûmê Şaredariya Geverê Ramazan Kenduzler bo Mifetişiya Milkiyeyê, Qaymeqamê Xinûsa Erziromê û Qeyûmê Şaredariya Xinûsê Bulent Ay bo Midûriyeta Şaxê ya Serokatiya Daîreya Peywendiyên Derva û Yekîtiya Ewropayê, Qaymeqamê Farqîna Amedê û Qeyûmê Şaredariya Farqînê Adem Çelik bo Qaymeqamtiya Egirdira Ispartayê, Qaymeqamê Bulanika Muşê û Qeyûmê Şaredariya Bulanikê Haci Arslan Uzan bo Qaymeqamtiya Ezîneya Çanakkaleyê, Qaymeqamê Bişêriya Êlihê û Qeyûmê Şaredariya Bişêriyê Mustafa Maslak bo Qaymeqamtiya Aziziyeya Erziromê hatin tayînkirin.
Li navçeyên bajarên mezin ên wekî Stenbol, Îzmir û Enqere û herwiha ji bo navçeyên ku girîngiya wan a stratejîk heye, qaymeqamên nû hatine tayînkirin. (EMK/FD)