Ji kadroyên pêşeng ên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Qada Şêx Seîd a Amedê bi girseyî hat bibîranîn.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran kes tev li bîranînê bûn.
Ji bajar û navçeyên derdorê jî gelek welatî ji bo beşdarî bîranînê berê xwe dan Amedê. Bi hezaran kes li qada bîranînê kom bûn. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Jin, jiyan, azadî” tên berzkirin.
Jin meşiyan
Jinan, beriya bîranîna ji bo kadroyên pêşeng ên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xistin.
Jin pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Birca Tek Kapiyê hatin kom bûn û ber bi qada ku dê bîranîn lê were lidarxistin ve meş li dar xistin.
Di meşê de pankarta “Dê her tim weke rêber di têkoşîna me bijîn” hate hilgirtin. Her wiha posterên Kaytan û Altûn hatin hilgirtin. Jinan, di meşê de dirûşmên “Heval Fuat- Heval Riza rûmeta me ne”, “Jin, jiyan, azadî” û “Şehîd namirin” berz kirin.
Jin di ketina Qada Şêx Seîdî de tên sekinandin.
“Derengmayina dewleta ne bi xêrê ye.”
Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Di vê navberê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin.
Hevserokê Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER) Mehmet Emîn Kiliç di bîranînê de Kaytan û Altûn bi bîr anî.
Kiliç destnîşan kir û got: “Ez ji girtiyên di zindanan de li dijî vê pergala zalim li ber xwe didin re silavan dişînim. Şehîdên me pir mezin in, êşa me gelek giran e. Lê ew armanca biqîmet dê bi ser keve. Ocalan bangek kir. Me banga wî girt. Em xwedî lê derdikevin û piştgiriyê didin. Ev gel dê bi têkoşîna xwe, bi rêyên demokratîk mafên xwe bi dest bixe. Her gava tevgera azadiyê diavêje, gaveke dîrokî ye. Her şehadetek romaneke. Em her du şehîdên xwe û hemû şehdên azadiyê bi bîr tînin. Bejna xwe li ber wan ditewînin. Divê dewleta gavan biavêje. Ev derengmayina wan ne bi xêrê ye.”
"Evîndarên çiyayan bûn, derwêş bûn, hewarî bûn”
Ji rêveberên MEBYA-DERa Êlihê Ugur Agir jî metna ji bo Kaytan û Altûn hatibû amadekirin xwend:
“Têkoşîna me ya Azadiyê ku rastiya Kurdistanê ya tune hatibû hesibandin, xistibûn gorê û hatibû jibîrkirin, ji xweliya wê careke din afirandî, zindî kirî û anî van rojan, derbasî qonaxeke nû bû. Meşa me ya têkoşînê ya 52 salan îro jî bi hemû heybeta xwe didome. Ji bo kesên sond ji bo azadiyê xwarin ev tu caran ne dawiyek, destpêkeke nû ye. Yên di asta eşqê de bi azadiyê re dilsoz, her kêliya xwe fedayî vê kirin, li her bihosta Kurdistanê geriyan û tovê azadiyê reşandin. Yên silavek dan û di tevahiya emrê xwe de meşiyayîn; yên li axaftinekê guhdarî kirin û nîvesrê meşiyayîn, ruhê hevrêyan bû ya ku em zindî hiştin û anîn van rojan. Me wisa bi hêsanî xwe negihand van rojan, rêya kesên digotin ‘Em bi qasî ji bo wê bimirin ji jiyanê hez dikin’ vekirî bû ya ku em gihandin van rojan. Gelek egîdên me tev li vî karwanê ku hevrêyê me Hakî Karer dabû destpêkirin. Li ser vî esasî, em di şexsê sembola ‘Dilsoziya Rêbertiyê, Heqîqet û Jiyana Pîroz” Şehîd Alî Haydar Kaytan û sembola ‘Rêhevaltiya Azadiyê’ Şehîd Riza Altûn de şehîdên Gulanê û hemû şehîdên têkoşînê bi hezkirin û bi minet bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Hevalên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, ji hevalên desptêkê bûn, yên yekemîn bûn. Ji teza ‘Kurdistan mêtingeh e’ bawer kirin, gotina ‘Israra di sosyalîzmê de israra di mirovbûnê de ye’ ji xwe re esas girtin û tev li têkoşînê bûn. Evîndarên çiyayan bûn, derwêş bûn, hewarî bûn, rêber bûn.”
Di bernameya bîranînê de helbesta Alî Haydar Kaytan a “Akiş Sevîncî” hate xwendin. Piştre jî bi klamên Hasan Ekîncî domiya. Bîranîn dê saet di 18.00ê de li avahiya DEM Partiyê ya Bajar bidome.
(ED/AY)