Fotograf: MA
Kayimê Êlihê, peykerê helbestvanê navdar Cegerxwînî ji "Parka Kîne Em"ê rakiriye. Şaredariya Êlihê peyker di sala 2007ê de çêkiribû. Di 23yê Adara 2014ê de hin kesan peyker ji cihê wî hatibû derxistin.
Rêxistina bajarê Êlihê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku peykerê Cegerxwînî hate rakirin, Parka "Kîne Em"ê civîneke çapemeniyê li dar xistine. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ên ku kayim li şûna wan hatiye tayînkirin û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û rêveberên HDPyê tev li civînê bûne.
Destpêkê Mehmet Demîr axiviye û gotiye, kayûm xwe dispêre paradigmaya netew-dewletê û "Plana Şark Islahat"ê û dixwaze neteweyek homojen biafirîne, nirxên kurdan bêqîmet bike û êrişî nirxê wan dike.
"Yek ziman, yek netew, yek ol"
Piştre Songul Korkmazê metna ku ji bo çapemeniyê hatiye amadekirin, xwendiye. "Qeyûmê rejîma faşîst a ku şaredariya HDPyê ji holê radike û li dijî paradîgmaya HDPyê ya neteweya demokratik a pirzimanî û cihêrengiya çandî wek dewlemendî dibîne, dixwaze feraseta netewe-dewleta faşîst a li ser bingehê yek ziman, yek ol, yek netewe bixe meriyete. Ev hişmendî bi armanca têkbirina dîrok, çand û hafizeya gelên din bi taybetî jî ya kurdan li ser kar e. Pergaleke ku armanca wê ew e ku folklor, çand, dîrok, huner, ziman, rewşenbîr, pêşeng û lehengên kurdan ji bîra kolektîf a ku bi rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk hatine afirandin ji holê rake."
"Peyker hatin şikandin"
Korkmazê bal kişandiye ser bûyerên beriya niha û bi van gotinan axavtina xwe dewam kiriye: "Yen ku duh li Bazîdê peykerê Ehmedê Xanî şikandin û rakirin, li Sêrtê navê Celadet Elî Bedîrxan ji ser tabelayê rakir û hilweşand, îro jî li Êlihê peykerê Cegerxwîn ê li Parka Kîne Em a Batmanê rakir. Navê rewşenbîrên kurd ji kolan û cadeyan radikin û navê mîna 'Karabag' li park û cadeyên Êlihê tê kirin. Li Amedê navê Devlet Bahçelî li parkan dikin.
"Peykerî dîsa bicih bikin"
"Vê betahamuliya li dijî kurdan gihîştiye qonaxek wisa ku konserên hunermendên kurd û nîşandana şanoyên kurdî qedexe dike. Li şaredariyên di bin banê qeyûman de cih nadin folklor, çand û zimanê kurdî. Bi kurt û kurmancî her tiştên aydê kurdan tune dikin, bîra kurdan qir dikin û bênirx dihêlin. Ev jî nîşaneya nûjenkirina Plana Şerqê ya Islahatê ye û em ferasetek wiha faşîst re rûbirû ne. Em vê ferasetê şermezar dikin. Bedelê wê çi dibe bila bibe em ê vê ferasete qebûl nekin. Em ê her li dijî wê têbikoşin û bi awayek biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. Em gazî qeyûmê Batmanê dikin û dixwazin ku peykerê helbestvan û rewşenbîrê kurd Cegerxwîn tavilê li cihê wî bicih bike. Em gazî gelê xwe jî dikin ku li dijî vê bêhurmetiyê bi hestiyar tevbigere." (FD)