Hunermendê navdar Kayhan Kelhorî baştirîn xelata muzîk ya cîhanî ya salê wergirtiye. Xelat ji hêla WOMEX, Pêşangeha Muzîkê ya Cîhanê ve tê belav kirin.
WOMEXê ji ber hostatiya wî ya di kemençeyê de û afirandina wî ya di muzîkê de Kalhorî hêjayî xelatdayînê dîtiye.
Pêşangeha Muzîkê ya Cîhanî ji sala 1999ê û vir ve salê li welatekî tê li dar xistin û bi sedan muzîkjen û hunermendên navdar ên cîhanê beşdarî wê dibin.
.@KayhanKalhor taking the stage! #WOMEX19 pic.twitter.com/4mBzlRIFcY
— WOMEX (@womex) October 27, 2019
Kalhorî di heman bernameyê de tevlî Erdal Erzîncanî konserek daye.
Kayhan Kalhorî par hêjayî xelata Giyanê Mirovahiyê ya Issac Sternî hatibû dîtin, sala 2017ê Baştirîn Xelata Albuma Muzîka Cîhanê ya Grammyê standibû.
Piştî ku operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê dest pê kiribû, Kayhan Kalhorî konsera xwe ya li Stenbolê betal kiribû ku wê 13ê Çiriya Pêşiyê li Salona Konserê ya Cemîl Reşît Reyî, tevlî Erdal Erzîncanê pêk bihata.
Derbarê Kayhan Kalhorî de
Sala 1963yê li Kirmanşahê ji dayik bûye. Li kemançeyê dide.
Heft saliya xwe dest bi muzîkê kiriye. Di Orkestraya Televizyon û Radyoya Netewî ya Îranê de xebitî ye.
Ji gelek kesan dersa muzîkê girtiye. Dema 20 salî bûye li gel Muhammed Riza Lutfî muzîkjenê Îranî di karê xwe de berdewam kiriye.
Paşê li cihên weke Roma û Ottawayê li ser muzîkê kar kiriye. Her weha li New Yorkê li zanîngehekê dersên muzîkê dide.
Yek ji endamên bingehîn ên projeya Rêya Hevrişîmê ya Yo-Yo Ma, muzîkjenê navdar ê çînî ye.
Her wela li gel hunermendên weke Alî Ekber Mûradî Aynûr Dogan, Erdal Erzîncan, Ulaş Ozdemîr, Shujaat Husain Khan, Swapan Chaudhurî, Şahram Nazerî û gelekên din xebitî ye û konser daye.
Ji dehan zêdetir album derxistiye. (FD)