bia/kurdî Eylül-Ekim ayı stajeri. Gaziantep Üniversitesi Gazetecilik Bölümü mezunu.
Egerîn yekem motora lêgerînê ye ku daneyan bi zimanê kurdî pêşkêşî bikarhênerên kurd ên înternetê dike. Kawa Onatli di sala 2014an de dest bi xebatên egerîne kiriye û niha vî karî dewam dike. Li gor encamên egerînê, kurd bêhtir li nûçe û rojnameyên kurdî digerin. Li vîdeoyan digerin. Kawa Onatli, avakarê egerînê bersivên pirsên bianetê da.
Egerîn platformeke çawa ye, armanca wê çi ye, çi waxtî û bi çi awayî dest bi xizmetê kir? Bi kurtahî û gelemperî hûn dikarin qala E-gerînê bikin û bi me bidin nasîn?
Egerîn motora lêgerînê û yekîneya agahî û înformasyonê ye ku taybetî ji bo zimanê kurdî hatiye çêkirin. Mirov dikare bêje Egerîn dixwaze bibe navend û platforma înterneta kurdî. Egerîn di 2014an de wek ceribandin derket û piştî eleqe û pêdiviyeke mezin di 2015an de Egerîn wek şirketa teknolojî hat damezirandin. Ji ber ku hewesa min ji beşa teknolojiyê re hebû û ez demek dirêj li ser dixebitîm min wek kurdekî xwest feyda min bigîhêje gelê min. Li gorî min pêdiviya herî pêwîst û mezin ji bo kurda û zimanê kurdî ew e ku zimanê kurdî di înternetê de û di beşa teknolojî de pêşbikeve. Vîsyon û armanc ew e ku platformek di înternetê de hebe û kurd wê wek mala xwe hîs bikin û hemû kurda bigihîjîne hev.
Egerîn çawa xwe fînanse dike û çawa ji barê aboriyê xilas dibe?
Ez Egerînê bi serê xwe fînanse dikim.
Di vê rêyê de, we qet piştgiriya netewî û navnetewî dît?
Rojnamejên biyanî zaf eleqe nişandan, ji ber ku dizanin tiştên wisa mezin û girîngîn. Armanca her miletî ewe ku înternet bi zimanê wan pêş bikeve. Turkcellê piştî me 2017an de lêgêrîn çêkir. Lê me piştgiriya netewî nedît.
Hûn di vê rêyê de bi çi zehmetiyan re rûbirû man?
Herî zaf zehmetiyên aborî.
Egerîn gihaşte armanca xwe yan hê rê li pêşiyê heye?
Hê rê li pêşiya Egerînê heye. Tiştê em ê bikin zaf in û di rê da ne, weke gerok/browser ji bo telefona, Egerîn nexşe û hwd.
“Egerîn rasterast bi kurdî ye”
Egerîn jî wek platformên Google, Yandex û yên din e? Yan cudahiyên E-gerînê hene?
Egerîn platforma înternet û teknolojî tenê ji bo kurda û cîhana kurda ye. Cudahiya Egerîn ya herî mezin ji lêgerînên din ewe ku Egerîn rasterast bi kurdî ye û alfabe û dokumentên bi kurdî nas dike. Vê gavê lêkolînên li ser zimanê îngilîzî û zimanên din gelek hene û yekgirtiye, li di kurdî de û bi taybetî di kurmancî de ev qels maye û yekgirtina ziman tuneye. Sedemên vê jî gelek in. Em jî vê çareseriyê di Egerînê de dibînin û em vê xebatê wek bingeha zimanê kurdî ya nûjen û teknolojîk dibînin. Bi vê awayî Egerîn dibe ciyê hevdîtina kesên ku bi kurdî diaxivin û kurdî bikartînin. Bi vê awayî zimanê kurdî yê dewlemend jî dibe zimanekî nemirî û pêşketî. Mînak Egerîn jî ketiye nav motorên lêgerînên cîhanê û bi vî awayî zimanê kurdî jî dikeve nav zimanên neteweyên mezin:
https://en.wikipedia.org/wiki/List_of_search_engines#Geographically_limited_scope
Gelo çiqas bikarhênerên Egerînê hene û ew bikarhêner bêtir kurdên kû ne?
Bikarhêner çiqas diçe zêde dibin. Ez dibêm eleqe ji kurdî re van salên dawî zêde bûye. Mehê 100 hezar kesî zêdetir bikarhêner Egerînê dixebitînin. Zafê wan kurdê bakûr in. Egerîn bi soranî jî heye lê mixabin heta vega me kes nedîtiye ku di zimanê soranî de alîkariya me bike.
Gelo di destê we de îstatîstîkên bikarhênerên Egerînê hene? Eger îstatîstîk hebin, Kurd bêtir çi digerin, çi dixwînin û çi temaşe dikin?
Zafê wan li nûçe û rojnameyên kurdî digerin. Li vîdeoyan digerin. Vîdeo bi rastî zaf tên temaşe kirin. Lewma 2 hefte berê me taybetî ji bo vîdeoyên kurdî servîsek çêkir. Ev servîs hemû vîdeoyên kurdî di ciyek de dicivîne hev û nû dike: https://videos.egerin.com/
Bêtir kîjan xizmetên Egerînê tên bikaranîn?
Herî zêde xizmeta nûçe tê bikar anîn. Ev servîs nûçeyên hemû rojnameyên kurdî berhevdike û di ciyekî de dide hev, weke Google Newsê. Di heman demê de jî dikarî li nûçeyên nû û kevn bigerî. Wekî din beşa lêgerînê û vîdeoyan tê xebitandin.
Pûkbook çi ye û armanca wê çi ye?
Min ji xwe pirsî em çewa bi teknolojiyê dikarin bi zaroka xwendinê û taybetî xwendina bi kurdî zaftir bidin hez kirin. Em zanin ku ji zaroka re bi kurdî xwendin ne rihete. Pirtûk bijartin zore, nayên peyde kirin. Yan jî zimanê pirtuka ku bixwîne gelek zahmete û nayê fêmkirin. Ew fikir jî bu Pûkbook.com. Bi teknolojiya Pûkbook tu bi heman demê pirtûkê dixwînî û gohdarî dikî. Demeke dirêje ku em bi alîkariya pedagoga li ser Pûkbookê dixebitin. Em dikarin bêjin ku armanca Pûkbookê ewe ku xwendinê bide hezkirin, heyecanê bide xwendinê û meraqa ji xwendinê re zêdetir dike.
Wekî din Pûkbook derfeteke ji bo perwerdehiya kurdî. Mamoste dikarin wê wek amûreke dersê bixebitinin û yên ku bixwazin bilêvkirin û zaravayên kurdî fêrbibin derfeteka bêhempa ye.
Di rewşa îroyîn de Kurd çiqas li ser dijîtalê tiştan bi Kurdî dixwînin? Û hûn dixwazin ji xwînerên Kurd ê dîjîtalê re çi bibêjin?
Mixabin xwendina bi Kurdî li ser dijîtalê kêm e. Ji ber ku ji xeynî kurdên li başûr zimanê kurdî ne zimanê serekeye li cihê kurd lê dijîn. Lê di van salê dawî de em dibînin eleqe ji zimanê kurdî re zêdetir dibe. Bi rastî xebitandina dîjîtalê zimanekî jî pêş dixe. Zarokê 4-5 salî ji vêga ve îngilîzî diaxivin ji ber ku her roj li Youtube dinêrin. Ewên ku li ser dîjîtalê bi kurdî dixwînin pêwîste piştgiriya pêşveçûna teknolojiya kurdî bikin.
Wek dawî hûn dixwazin ji me re çi bibêjin?
Armanca me ye herî mezin ew e ku kurd van malper û aplîkasiyonên ku em çê dikin bixebitînin. Çiqas were xebitandin hewqas jî em dikarin karê xwe pêşbixin. Ne tenê ji bo Egerîn an jî Pûkbookê dibêjim. Mebesta min hemû malper û aplîkasyonên bi kurdî ne.
Derbarê Kawa Onatliyî de
Ji bajarê Batmanê ye û li Swêdê dijî. Li zanîngeha bilind mastera xwe li ser ekonomî û bazirganiyê (Master in Business and Administration) qedandiye û ji xeynî wê jî li ser zanistiya komputerê û înternetê perwerdehî dîtiye. Wek şêwirmendê bazirganiyê û înternetê xebata xwe dike. (AY/FD)