Chalak Events, Komîsyona Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Bagazîçîyê û Kovara Barê dê bernameya xwendina helbestên Kawa Nemirî pêk bîne.
Bername dê sibeyê(19ê Kanûna Pêşiyê) siet 6.30ê li Zanîngeha Bogazîçîyê be.
Di bernameyê de Kawa Nemir dê helbestên xwe yên di kitêba “Morana Gerdûnê Bayê Labûte” de bixwîne û giftogoyek dê li ser berhema Nemirî bê kirin.
Pêşkariya bernameyê Tofan Sunbul û Kubra Sagir dê bikin. Ew kesên ne xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê ne, da beşdarî bernameyê bibin divê vê formê dagirin.
Nemir, Lîs, Haîkû
Weşanxaneya Lîsê haîkûyên Kawa Nemirê helbestkar li jêr navê Morana Gerdûnê, Bayê Labûte weşandin.
Ev berhema poetîk a heftem a Kawa Nemirî ji 300 Haîkûyan pêk tê, hemî jî ji deftera wî ya haîkûyan a pêşîn hatine wergirtin û nivîskar û hûnermendê Şener Ozmen ji bo vê berhemê çendek îlustrasyon çêkirine.
Haîkû yek ji cûrreyên helbestên Japonî ye.
Di edebiyata Kurdî de ji bilî Kawa Nemirî, Berken Bereh jî yek ji Haîkûnivîsan e. Li gor Berehî zimanê Kurdî yek ji wan zimanan e ku fîstanê Haîkûyan lê tê. (MB)
*Me ji bo vê nûçeyê agahiyên di pirtukakurdi.com û Facebook/ChalakEvents de berhev kirine.