Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Katrín Jakobsdóttir seroka Keskan û Çep li Îzlandayê duh weke Serokwezîra nû dest bi erka xwe kir.
Jakobsdóttir di sala 2003yê de bû Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Keskan û Çepan û di navbera salên 2009 û 2013yê de weke wezîra perwerdeyê kar kir.
Li gorî nûçeya di Guardinê de hatiye weşandin Jakobsdóttir a 41 salî li welêt “siyasetmedara herî pêbawer” hatiye nirxandin û li ser mijara wêjeya Îzlandayê de master kiriye. Jakobsdóttir her wiha pisporê edebiyata polîsiyeyê ye û dayika 3 zarokan e.
Jakobsdóttir a ku duh dest bi erka xwe kir got ku ew ê di warê tenduristî, perwerde û veguhestinê de bêhtir veberhênaniyê bike û bêhtir li ser wekheviya zayendî û mafên LGBTIyan bisekine. Dîsa diyar kir ku ewê pêvajoya başkirina aboriyê ya Îzlandayê berdewam bike.
Hikûmeta koalisyonê ya sêqolî hat avakirin
Jakobsdóttir weke Serokwezîra koalisyona Partiya Keskan û Çepê, Partiya Serxwebûnî û Partiya Pêşeng dest bi kar kir.
Beriya Jakobsdóttirê Benediktsson Serokwezîrê koalisyona rastê ya navendî bû ku ji Partiya Dahatûya Ronak hatibû hilbijartin. Lê piştî dest bi wezîfeyê kir bi deh mehan ji ber ku bavê wî di nava hewldana beraeta istismarkerê zarokekî yê girtî de bûye û ev bûye mijara nîqaşê, koalisyon hilweşiya û Benediktssonî di meha Îlonê de biryara hilbijartina peşwext standibû.
Partiya Keskan û Çepê ji 63 kursiyên li Parlamentoyê 35 kurdî bidest xistin û tevlî Partiya Serxwebûnî û Partiya Pêşeng hikûmet ava kiribû. Partiya Korsanan jî 6 kursî bidest xistibû û ketibû parlamentoyê.
Serokwezîrê berê Benediktsson jî wê di hikûmetê de bibe Wezîrê Fînans û Karên Aboriyê. Benediktsson beriya bibe Serokwezîr jî di navbera 2013 û 2016yê de jî xwedî heman erkê bû. (ÇT/FD)