Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê, Piri û Schaakeyê ji beriya civîna li ser Tirkiyeyê dîyar kirin, cihê fikarê ye ku hiqûq wek alaveka zordariyê tê bi kar anîn.
Raporçêkera Parlamentoya Ewropayê ya raporên li ser Tirkiyeyê amade dike, Kati Piriyê got, li Tirkiyeyê Rewşa Awarte dibe alaveka zordariya li kurdan.
Yek ji parlamenterên Koma Demokratên Lîberal, Marietje Shaakeyê jî got:
‘’Li dewletên hiqûqê girtina kelşên/qelşên hêzên tarî vekirîn giring e lê cihê fikarê ye ku ev yek ji bo bêdengkirina muxalifan bê bikaranîn.
Herdu Parlamenteran îro ji beriya civîna li Laheyê bersiva pirsên BBCya Tirkî dan.
Parlamenteran dîyar kirin ku berê Partiya Dad û Geşepêdanê, Tevgera Gulenî lı Ewropayê dabû nasîn vêca niho ew Ewropayê bi piştgiriya li Gûlenî sûcdar dike.
Divê sûcdar û yên ne sûcdar ji hev bêne cidakirin
Pîrîyê da zanîn ku ji bo 28 şaredariyan qayyûm hatine şandin û ji 11 hezaran zêde mamoste/dersdar bi tometa ''têkiliya digel PKKyê'' ji kar bi dûr xistine.
''Rewşa Awarte ya li dijî derbeyê hat pêk anîn wek alaveka zordariya li kurdan tê bi kar anîn.''
(AS/MB)