Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Parîsê yê Fransayê, Katedrala Notre Dammeyê şewitîye. Katedral wek “dilê Parîsê” dihat naskirin.
Sala 1163yê bi fermana Louisê 7. Katedral hatiye avakirin. Papa Alexsenderê 3. jî piştgiriya avakirina wê kiriye. Avahî 183 salan hatiye temamkirin.
Roman-nivîsê bi nav û deng, Victor Hugo rojekê çûye Notre Dameyê. Wî dîtiye ku avahî di halê xwe de ji bo bext û qederê hatiye hiştin û li ser dîwarî nivîsa “qeder” hatiye nivîsîn.
“Qofê Notre Dameyê”
Gelekê di bin tesîra vê yekê de maye û romana xwe ya bi navê “Qofê Notre Dameyê” nivîsîye.
Piştî romanê gelê Parîsê hewil dide bi hemî hêz û taqeta xwe avahiyê nû bike. Mîmar û gelî yek car herifî ji nû ve ava kiriye, beşa duhî şewitî ew beşa nû bûye.
Hikûmeta Fransayê dê ew beşa şewitî restore kiriba, li gor pêşbînîya hikûmetê ji bo restorasyonê(nûkirinê) 185 milyon Dolar dê bihata xerckirin.
(HK/MB)
Çavkanî: Erman Ertuğrul (arkeofili.com), bbc.com.