Karta çapemeniyê ya Nadîre Materê “bêyî wê agahdar bikin” betal kirine
![Karta çapemeniyê ya Nadîre Materê “bêyî wê agahdar bikin” betal kirine](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/249/072/original/manset_fotolari_(3).jpg)
Fotograf: Nadire Mater û parêzera wê Meriç Eyüboğlu
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di doza ku Nadîre Mater, Seroka Weqfa Ragihandinê ya IPSyê û Şêwirmenda Projeya bianetê li wan vekiriye de paraznameya xwe pêşkêş kiriye.
Bixwîne - Nadire Mater 2 sal û 8 meh in ji bo karta çapemeniyê têdikoşe
Di paraznameya Serokatiya Ragihandinê de diyar bûye ku “bêyî haya wê jê çêbikin” karta Materê betal kirine.
Serokatiyê îdia kiriye ku ji bo rojnamegeriyê karta çapemeniyê ne şert e û wiha gotiye: “Ev li ber karê rojnamegeriyê wê nebe asteng.”
Serokatiyê doza ku Materê li dijî wan vekiriye bi gotina “neheqî”yê penase kiriye û îdia kiriye ku “ne cihê wê ye û ne yasayî ye.”
Her weha xwestiye ku doz neyê qebûlkirin û ji ber ku Materê piştgiriya Kampanyeya Berpirsa Giştî ya Weşanê ya Nobedar ya rojnameya Ozgur Gundemê kiriye û di Adara 2017an de 22em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê sal û 3 meh cezayê girtîgehê daye wê, karta çapemeniyê ya daîmî nû nekiriye.
Eyuboglû: Em fêr bûn ku divê bawerî bi qeydên sicîla yasayî neyê
Merîç Eyûboglû, parêzera Nadîre Materê biryara betalkirina karta çapemeniyê rexne kir û diyar kir ku miwekila wê ji sala 1981an û vir ve ev 40 sal in rojnamegeriyê dike û ev 15 sal in jî ‘karta wê ya çapemeniyê ya daîmî’ heye.
Eyûboglûyê got ku weke hemû rojnamegerên di heman rewşê de ne, bersiv ji wan re nehatiye dayîn û wiha dewam kir: “Weke ku me her carê digot muhatabê me nîne. Em pêvajoyê ji maîlên Fahrettîn Altûn, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê dişopînin.
“Li dijî vê rewşê weke gelek rojnamegeran me jî serî li daraza îdarî da û me doz vekir. Di encama vê de em fêr bûn ku dewleta me midûriyetên qerase ava dike û bi dehan mirovan dide xebitandin û sicîla yasayî tomar dike lê bawerî bi van qeydan divê neyê. (HA/FD)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)