Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Duh(20ê Tîrmeha 2020an) mêrek li pêş Namli Marketê ya li Pangaltîya Şîşlîya Stenbolê êrişî jineke trans kiriye.
Li gorî nûçeya Yildiz Tarayê a li Kaos GLyê hatiye belavkirin, Azmî Ateş, karmendê Namli Marketê, dijûnên zayendî li jineke trans a bi navê G.yê kiriye ku ji ber marketê re derbas dibû. Piştre ji wê re gotiye "Min wêneyê qûnekê hefteya borî jî kişand, ez dê we li cîyekî xalî zeft bikim û zikê we kêr bikim" û gefa kuştinê li wê xwariye. Karmendî, gava G.yê telefonî polisan kirîye, hewl daye ku bi zorê wêneyê wê bikişîne û piştre bi kulm û şûşeyê avê yê cam êriş kirîye.
Êriş sistematik e
G.ya ku rastî êrîşa nefretê ya zayendî û transfobîk hatîye, ji KaosGL.org ê re bi vî awayî behsa bûyerê kirîye:
"Ev, ne bi tene bûyereka transfobîk e, bûyereka dijberî jinan e. Her du fobî jî hene. Hefteyên borî êrîşeka din çêbûbû. Piştî dev avêt min, min telefonî polîsan kir, gava ez li hêvîya wan bûm wêneyên min kişandin. Hewl da ku îmajên mayinde bi dest bixe. Min hewl da ku ez rê li ber bigirim.Wê kêliyê dest bi lêdana min kir. Di serê min da şûşeyê avê şikand. Gefa kuştinê li min xwar."
Êrîş hatiye protestokirin.
Aktîvîstên LGBTI+ê li ber markete daxuyani dane û çalakiyek pêkaniye . Tora Piştevanîya Cîranan ya Kûrtûlûşê, rêxistina navçeya Şîşliyê a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û Konseya Bajarî ya Şîşlîyê piştgirî dane çalakîyê. (EMK/AY/FD)