Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Burak Tatarê 23 sal yek ji karmendên gihandina hewarê bûye ku di ambûlansekê de kar dikir. Dema ku ew li Efrînê bûye, teqemeniyeka bi destan hatî çêkirin lê teqiyaye. Tatar duhî miriye.
Bi wê teqîna ku Burak Tatar pê miriye, sê leşker jî pê birîndar bûne.
Şeva dî bi rêûrismeka fermî termê Tatarî ji Dîlokê ji bo bajarê wî Erzirûmê hatiye rêkirin. Ew ê îro li gundê Guzelovayê yê Erzirûmê bê binaxkirin.
Bixwîne- Serbazê li Efrînê birîndar bûyî, mir
Berdevkê hikûmetê Bekir Bozdagî di 26ê Adarê de eşkere kiribû ku di operasyona “Çiqilê Zeytûnê” de 49 leşker mirine. TSKyê di 27ê Adarê de eşkere kiribû ku 27 leşker mirine.
(AS/MB)
Wêne: Hümeyra Pardeli, Eyyüp Burun, Mustafa Kanlı / DHA