Li Îlîça Ezirganê li kanzaya zêran a Anagold Madencîlîkê 9 kes miribû. Piştî vê Anagold Madencîlîkê dest bi ji kar derxistina karkeran kir. Ji ber vê yekê karkeran îro çalakî li dar xistin.
Karkeran û malbatên wan rêya servîsê ya Anagoldê girtin. Dîmenên çalakiyê jî ji aliyê Maden-Îş a Serbixwe ve hatin weşandin.
Sendîkayê got, “Anagold ku bi salane ji Îlîçê serwetên mezin kom dike, dev ji sûcên ku li dijî gelê Îlîç pêk tîne berde. Hûn nikarin ji berpirsiyariyê birevin. Divê demildest karkerên ji kar hatine derxistin bişûnve bên girtin!”
İliç’te işten çıkarılan madenciler ve yakınları Anagold’un servis yolunu kapattı.
— Bağımsız Maden İş (@bagimsizmadenis) August 22, 2024
Yıllardır İliç’ten devasa servetler biriktiren Anagold, İliç halkına karşı suç işlemekten vazgeç. Sorumluluktan kaçamazsınız. Atılan işçiler derhal geri alınsın! pic.twitter.com/MoHuNDaNSN
Karker piştre ber bi madenê ve meşiyan. Di meşê de dirûşma, “Axa me ya madenê bişûnve bidin” berz kir.
(HA/AY)