Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li bajarê Zonguldakê karkerên komir qanûna nû protesto kir. Li gor pêşniyarnameya guhertina qanûnan a ku Lijneya Plan û Bûtçeyê ji bo Meclisê rêkirîye Saziya Komira Berîn a Tirkiyeyê dê ji bo şirketên taybet bê firotin.
*Circirrik: Bîrên ji bo derêxistina berhemên binerdî hatîn kolan in.
Bixwîne - Di dema kampanyeya “Belavoka ji bo ku ti karker nemirin” de 753 karker mirine
Sendîkaya Karkerên Berhemên Binerdî li Enqereyê digel wezîra Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî, Jûlîde Sarioglûyê re civiyayîbû lê wan li hev nekiribû.
Heta ew xal bê rakirin protesto dê dom bike
Karkeran diyar kiriye ku heta xala qanûnê ya ku li ser guhertina wê kar tê kirin neyê betalkirin protestoya wan dê dom bike.
Karkerên Komira Berîn li 200 metre kûrahiya erdê bi sloganan xala qanûna nû protesto kirin.(PT/MB)