Abdullah Kilinçê ku di teqîna 9ê Cotmehê de li Kargeha Hesin û Pola ya HABAŞê ya li navçeya Aliagaya Îzmîrê giran birîndar bibû, di nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin de jiyana xwe ji dest da.

Li Îzmîrê di kargehê de teqîn pêk hat: Hejmara miriyan derket 18an
Kilinç piştî teqînê di destpêkê de biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Aliagayê û paşê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Çigliyê ya Zanîngeha Bakirçaya Îzmîrê kiribûn.
Dermankirina şeş karkerên ku di teqînê de birîndar bibûn di nexweşxaneyan de berdewam dike.

Derbarê karkerên ku di teqîna HABAŞê de mirin em çi dizanin?
Hejmara qurbaniyên HABAŞê gihîşt 19an
Ajansa Anadolyê (AA) nivîsî ku bi mirina Abdullah Kilinç re hejmara kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 18an. Lêbelê di lîsteya AAyê de navê Guner Gokçe cih nagire.
Cîgirê Wezîrê Dadê Can Tuncay, duh (10ê Cotmehê) piştî lêkolîna li tesîsê ji rojnamegeran re gotibû: “Li gorî serlêdana malbatan cenazeyê karkerekî me nehatiye dîtin. Lêkolînên li cihê bûyerê berdewam dikin.”
Piştî vê daxuyaniyê, hin ajansên nûçeyan, platformên nûçeyan ên herêmî û Meclisa İSİGê ragihandin ku termê karkerê bi navê Guner Gokçe di bin kavilan de hatiye dîtin. Ji bo Gokçeyê ku li Paşaliya (navê wê ê berê Berdik) ser bi navçeya Şenkayaya Erzurumê ji dayik bûye, di rûpeleke civata herêmî de jî peyama serxweşiyê hat weşandin.
Navên 19 karkerên ku jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ne: Abdülkadir Kınacı, Abdullah Kılınç, Barış Güney, Ceylan Bıyıklı, Ersin Oğuz, Fatih Işık, Ferhat Maraşlı, Göksel Ünaldı, Güner Gökçe, Hüsnü Ersoy, İlker Sığırtmaçoğlu, Kadir Kaan Özçelik, Mustafa Sert, Orhan Altay, Özcan Efe, Recep Fedai, Serkan Kurt, Uğur Temel, Yasin Taşçı.

