Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Karkerên ku li Balafirxaneya 3yem a Stenbolê kar dikin, ji ber şert û mercên xirab û qezayên di dema karî de, saetên sibê dest ji kar berdane. Ji ber ku çalakî di nava karkeran de belav bûye û berfireh bûye, cenderme û polîsan mudaxele li karkeran kiriye.
Cendermeyan bi gazê êrîş birine ser karkeran. Paşê jî bi nûnerên karkeran re kom bûne. Nûnerên Sendîkaya İnşaat İşê jî xwestine beşdarî li civînê bikin ku rayedarên qaymeqamiyê jî di civînê de hazir bûne.
Cendermeyan gef li nûneran xwariye
Hate zanîn ku cendermeyan gef li nûnerên sendîkayê xwarine û nehiştine beşdarî civînê bibin.
Li gorî zanyariyan civîn heta saetên nîvro berdewam kiriye û hin ekîbên din ên polîsan û ambulans şandine herêmê.
Jandarma gazla müdahele ediyor pic.twitter.com/DYFx3nqL15
— İnşaat-İş Sendikası (@insaatsendika) 14 Eylül 2018
Deniz Gider, Berpirsê Rêxistinbûnê yê Sendîkaya İnşaat İşê ji bianetê re got, pirsgirêkên wan ne yên îro ne, ji roja ku çêkirina avahiya Balafirxaneya 3yem ve heman pirsgirêk berdewam dikin û êdî hatiye qonaxa teqînê.
Giderî got, “Ji roja ku kar dest pê kiriye heta niha, gotegot hene ku 100 kes mirine. Her roj du hevalên xwe ji dest didin. Hejmara mirina karkeran a li ser karî, her roja diçe zêdetir dibe û tedbîr nayên standin.
— İnşaat-İş Sendikası (@insaatsendika) 14 Eylül 2018
“Li vir 40 hezar karker û sê kamp hene. Kampa ku bûyer lê derketiye bi navê Akpinarê tê zanîn. Hevalekî me dimire, em zanyariyê nikarin bistînin. Çi bûye, çawa bûye, em nizanin.
“Em hemû di nava şert û mercên ku ne ewle ne kar dikin. Pirsgirêkên cihê manê hene. Pirsgirêkên xwarinê hene, pirsgirêkên servîsan hene. Hemû pirsgirêkên ku dikare derkeve pêşberî karkeran li vir hene.”
Di heşt mehan de herî kêm 1290 kes mirine
Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (İSİG), meha Tebaxa 2018ê herî kêm 180 karker di dema karî de mirine.
Di heşt mehên pêşiyê yên 2018ê di dema karî de herî kêm 1290 karker mirine:
Kanûna Paşiyê: 144
Sibat: 128
Adar: 129
Nîsan: 189
Gulan: 169
Hezîran: 151
Tîrmeh: 200
Tebax: 180
(HA/FD)