Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Akdenîz, navçeya Mersînê zaroka karker ya 15 salî ya ku şala wê ketiye ber makîneya pakêta fêkîya mirîye.
Şala Ûla Keremiya Welatiya Sûriyeyê li cihê kar ku li Kolana Bağlarbaşiyê ye ketiye ber makîneya pakêta fêkîya. Keremiyê welatiyê Sûriyeyê ye. Xebatkar Şehed El Îbrahimî gava dibîne şala zarokê ketiye ber makîneyê dixwaze wê ji makîneyê rizgar bike, pîyê wî dikeve ber makîneyê. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê hatine cihê bûyerê û aşkere kirine ku Ula Keremiyê mirîye.
Piştî midaxeleya destpêkê Şehed El Îbrahîmê ku birîndar bûbû radikin nexweşxaneyekî taybet a Edeneyê.
Derbarê cihê kar de bi sedema mirina zarokê û zarok daye xebitandin lêpirsîn hatiyê destpêkirin.
Her weha duh li gundê Banêhinêya Bêşebaba Şirnexê, zarokekî dema ajalan diçîrîne di zinaran de dikeve û dimire.
Hatîye diyarkirin ku dema Muhammed Onanê 12 salî ajalên xwe diçêrîne di zinaran de dikeve û dimire. Pismamê wî yê ku pê re bûye gundîyan agahdar dike. Piştî ahagdarkirinê welatî çûne cihê bûyerê û Onanî birine Nexweşxanaya Îdîlê a Dewletê. Li nexweşxaneyê midaxele hatiye kirin lêbelê Muhammed Onanî koça dawî kiriye.
Hatîye dîyarkirin ku Muhammed Onanî li piştî saetên dibistanê kare şivantiyê dikir.
(AÖ/DD/AY)
*Dara Demîralpî ev nûçe ji tirkî wergerandiye