Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Karîn Karakaşli ji damezirandina Agosê vir ve li rojnameyê dixebite. Ew ligel Hrant Dink re jî bi salan xebitiye. Karakaşli derbarê Agosê û 10 salên ku bêyî Hrant Dink derbas bû de ji bianet’ê re axivî.
Karîn Karakaşli di sala 1996an de li Agosê dest bi rojnamegeriyê kiriye û heta 2006an li wir xebitiye. Piştî navberekê di sala 2012an de careke din li rojnameyê dest bi xebatê kiriye û di qunceya bi navê “Uvercinka”yê de nivîsên wê tên weşandin.
Karîn Karakaşli 10 salên ku bi Hrant Dink re derbas kiriye weke “xewneke şêrîn” tîne bîra xwe û wiha dibêje:
“Wê demê qiymeta hin rûmetan hê jî hebû. Piştî cineyetê pêvajoyeke wisa destpê kir ku êdî ti tiştek weke berê nebû.”
Karîn Karakaşli kî ye?Di sala 1972an de li Stenbolê hatiye dinê. Piştî Lîseya Sankt Georg Avûsturyayê xelas kir, li Zanîngeha Bogaziçiyê di beşa Zimanên Biyanî û Tercumantiyê de perwerdehiya xwe domand. Pirtûka wê ya yekem a bi navê 'Ay Denizle Buluşunca (Dema Heyv Giha Deryayê)" di sala 1997an de hat weşandin. Karakaşli ligel Gunay Goksu Ozdogan, Fusun Oztel û Ferhat Kentel re pirtûkeke lêkolînê a bi navê "Ermenên li Tirkiyeyê: Civat, Kes, Welatî (Weşanên Bilgi Universitesi, 2009)" weşandin. Navbera 1996-2006an de li rojnameya Agosê weke wewke edîtor, nivîskar û mudirê karên nivîsan xebitî. Piştî navberekê di sala 2012an de careke din li Agosê dest bi xebatê kir. Hê jî weke nivîskar û alîkara berpirsê weşana giştî xebatên xwe li rojnameyê didomîne. Pirtûkên wê yên din: Ji Anita Brookner Helwesteke Taybet (1997-werger), Ji Péter Esterházyê pirtûka Hrabal (1998-werger), pirtûkên antolojiyê Di Çîrokên Jinan de Stenbol, Di Çîrokên Jinan de Ewropa û Di Çîrokên Jinan de Rojhilat, Dilê Min ê Zîv (helbest). |
Tu 11 sal ligel Hrant Din li Agosê xebitiyî. Te bi Hrant Dink re çawa hev du nas kir?
Ez di hejmara 4. a rojnameyê de tevli xebatê bûm. 23 salî bûm wê demê. Min beşa rojnamegeriyê nexwendiye. Heta wê demê ti eleqeya min bi rojnamegeriyê re nebû.
Hin weşanxaneyan pêşbaziyeke çîrokê lidar xistibû. Min jî di wê pêşbaziyê de xelat girtibû. Hêj rojname li holê nebû. Jê re gotibûn keçeke Ermen xelat girtiye û wî jî xwestibû min nas bike. Ev anektod di heman demê de helwesta wî yê derbarê jiyanê de û keda daye rojnameyê nîşan dide.
Wî di sala 1995an de ji min re gotibû ku li ser rojnameyeke bi Tirkî-Ermenîkî ku bi heftane were weşandin de dixebitin û xwest ku dema weşan destpê bike bi min re hevpeyvîn bike. Di sala 1996an de jî rojname hat damezirandin.
Agos çawa hat damezirandin?
Divê em rewş û geşedanên wê demê bînin bîra xwe ka sedema damezirandina rojnameyê çibû. Wê demê li dijî Patrîkxaneya Ermenên Tirkiyeyê antîkampanyayek dihat kirin ku saziyê weke hevkarê PKKê nîşan didan. Patrîkxane ji vê yekê xemgîn bû. Weke her dem dîsa hin rayedarên dewletê-kesan diyariyê patrîxaneyê dikirin û hewl didan ku rastiyê ji wan re vebêjin.
Di vê demê de hin kesan biryarek nû girtibûn û rabûn gotin: “Ev wiha nabe. Ma em ê her car rabin derdê xwe yek bi yek ji her kesê re bibêjin? Eger wisa ye em saziya xwe ya ragihandinê ava bikin. Bila zêdeyî bi Tirkî were weşandin. Yanê bila daxwaza me ya pêywendiya bi civakê re were dîtin. Û em bi deng û rengê xwe derdê xwe bibêjin.”
Bêguman dema damezirandinê helwesta sereke wiha bû. Bi weşana rojnameyê ve dihat xwestin ku li dijî pirsgirêkên ji ber polîtîkayên dewletê ku li ser welatiyên Xirîstiyan û Ermanan de dimeşîne, dengê xwe bigihînin civakê û di nav civakê de helwesteke hevkariyê ava bikin.
Piştî 1915an hebûna Ermenan li Anatoyalyayê hate tinekirin, kilîse û dibistan ji holê rabûn û kesên Ermen nikaribûn fêrî zimanê zikmakî bûbûna. Bi weşandina rojnameyê ve mebesta me ew bû ku em navbera gelê ermen de têkilîdanînê ava bikin û bi ermenên li vir û li dîasporayê re hevgirtî bibin.
Her wiha wê demê Hrant Dink ji bilî rojnamayê bi berxwedana ku bi serê xwe dida ve dihat naskirin. Ew salên wê demê weke bextewariyek tê bîra min. Weke xewneke ku ji ber çavê min derbas bû û çû.
“Ev Ermeneke çawa ye?”
Xebata bi Hrant Dink re tecrubeyeke çawa ye?
Bi rastî jî her tim li ser gotina xwe bû. Tu dem ji kesayeta xwe tawîz nedida. Em hemû jî rojnamager nebûn û di vê warê de ti tecrubeyeke me tinebû. Me her tişt bi destê xwe dikir û em bi vî awayî fêrî gelek tiştên nû jî dibûn. Navbera me de ti hiyerarşî tinebû.
Hrant Dink di heman demê de beriya Agosê jî di nav tîpolojiya Ermenan de xwediyê helwest û tecrubeya çepgiriyê bû. Ji ber vê ez jê gelek tişt hînbûm. Navbera me de wisa têkiliyeke şagirt-hoste hebû ku heta niha min mînakeke wekê wê nedîtiye.
Ew ji bo mirovekî/ê xerîb re kelecanî dibû, fêz hildida û bextewar dibû. Cara yekem ku min bi vî awayî ew dît, min di dilê xwe de got “Ev Ermeneke çawaye”. Yanî ew ji Ermanên li derdorê min nebû.
Îro du rojnameyên din hene ku bi kedekê mezin bi Ermenîkî û rojane tê weşandin. Hin kovar û rojnameyên populer jî hin caran hatin weşandin. Lêbelê wî weşaneke muxalif dikir û hin aliyan gelek jê aciz dibûn.
Bêguman riheke wê serdemê hebû. Agos berhema salên 90î ye. Piştî kelecaniya ku tevgera Kurd afirand, di dîroka komarê de cara yekem bû gelê Ermen ji rewşa di-halê-xwe-da-bûnê derketin, dest bi xweîfadeyê kirin û di vê warê de berxwedana wan destpê kir. Bêguman ev yek bi destê Hrant Dink ve hat kirin.
Têkoşîna jenerasyona 1940an li aliyekî, ew ji bo me ciwanan mînakeke gelek mezin bû.
“Ji ku berxwe dida, li wir hat kuştin”
Pêvajoya beriya 2007an çawa tê bîra we?
Keça menewiya Ataturk weke yekem pîlota jin tê naskirin. Derbarê wê de hin agahî hebû ku digotin ew ji eslê xwe Ermen e. Hrant Dink jî vê yekê kir nûçe.
Wî hêvî dikir ku bi wê nûçeyê re ne tenê kesên mirî û kuştiyan, mijara Ermenên ku bi darê zorê bûne misilman jî bikeve rojevê ji bo diyalokê kanaleke din were dîtin. A rastî me hemûyan vê yekê hêvî dikir.
Ev yek weke destdirêjiya li tabûyeke mezin hat dîtin. Ji wir şûnde kampanya hedefnîşandanê destpê kir. Hedefnîşandan bi ser nûçeya Sabiha Gokçen de nedihat. Di nivîseke Hrant Dink ku ji 8 beşan pêk dihat de hevokeke bi cimbizê hatibû kişandin û dihat gotin ku “Ew ji xwîna Tirkan re dibêje jehr”. Li ser vê yekê kampanyaya hedefnîşandanê destpê kiribû. Lêbelê wateyeke bijartina êrişa bi vî rengî heye. Siyaseta dewletê her dem ew bû ku, muxalif ji bo çi berxwe bidin, derdê wan ê esas çibe bi ser wê yekê ve êrişî wan dikir.
Di 19ê Çileyê de hûn çawa bi bûyerê hesiyan? We çi texmîm kir?
Kabîsa min a herî mezin jî senaryoyeke wiha neanîbû ber çavên min. Kes nikare xwe bixapîne. Pêvajoyeke 2005an de destpê kiribû û çiqas diçû êriş û hedefnîşandan zêdetir dibû. Êdî gefxwarinên li dijî me derkete asta lînckirinê.
Dema Hrant Din diyariyê ciheke dikirina pêşkêşî bi “Rojnamegerê Ermen Hrant Dink ku ji ber bêrûmetkirina tirkbûnê bi cezayê 6 mehan ve hatiye mehkûmkirin” ve destpê dikir. Ev hemû şanîkerên bûyerê bû.
Ew kesekî pêşbîn bû. Îhtîmaleke zêde gelek gefên din jî lê hatine xwarin lê, ji ber ew ji ber parastina malbata xwe wan bi kesî re parve nekiriye.
“Ez bêrîya avahiya berê, Agosê, Hrant Dink û Sarkis Saropyan dikim”
Piştî cînayetê li Agosê çi guherî?
Ez di sala 2006an de ji xwe ji Agosê qetiyam. Navbera 2006-2012an serdema Etyen Mahçûpyan de min ti xebat nekirin. Tenê min demek xwest ku ez di rojnameyê de binivîsim lê, piştî demek şûnde Etyen Mahçûpyan weşandina nivîsên min da sekinandin.
Di sala 2012an de piştî Rober Koptaçhat ser kar ez jî vegeriyam Agosê. Zehmet e ku ku mirov rewşa niha ya Agosê bi ya berê re bi de ber hev. Medyaya civakî, pêşveçûnên teknolojîk û rewşa Tirkiyeyê ku niha tê de ye bandorê li serdema nû kiriye.
Ez gelek bêrîya avahiya berê, Agosê, Hrant Dink dikim. Ji bilî wî min gelek bêriya Sarkis Saropyan kiriye ku keda wî jî li ser min zêde ye. Ez bêriya wê serdemê dikim. Ez bêriya van her du kesan dikim û ji wê serdemê re şikir dikim. Ez di haleke wiha de me.
Wê demê qiymeta hin rûmetan hê jî hebû. Piştî cineyetê pêvajoyeke wisa destpê kir ku ti tiştek weke berê nebû.
Niha di rewşeke wiha ku gelek rojnameger bi awayekî kêfî binçavkirî û girtî ne, akademîsyen ji akademiyê hatine derxistin, partiyeke ku bi hezaran endam, siyasetmedar û parlementerên wan girtîne de Agos jî hewl dide ku bi helwesteke muxalif peywîra xwe bi cih bîne.
“Jenerasyona ku rasterast travma nedîtibûn em bûm”
Cînayet li ser gelê Ermen de bandoreke çawa kir?
Di nav gelê Ermenên Tirkiyeyê de jenerasyona yekem ku travmayê nekişandibû, em bûn. Tişta ku ez travmayê qest dikim serdemên 1942 Kovara Varlikê, 6-7ê Îlonê, ASALA û konjonktura wê demê bû. Bêguman ez 1915an lbi awayekî din dibînim.
Yanê me di 2002an de ji malbatên xwe re digot “Em niha pirsan dipirsin. Em bi bi hemû hevalên xwe yên Tirk, Kurd û Ermen ve bersivan digerin”. Lê 2007an de ev yek li nav çavê me hat xistin.
Hrant Dink bi mirina xwe jî gelek kes û aliyan anî cem hev û bû hevpariya her kesan. Ev yek pîrozbûna wî dide nîşan.
Ciwanên Ermen ji wir şûnde êdî digotin “Me heta niha her tiştî ji destê xwe xistiye. Tişteke nemaye ku em êdî ji dest nexin. Em ê heta kengê wiha bitirsin”. Yanê jenerasyoneke nû ku êdî xwe bi nasnameya Ermen ve dide naskirin derkete holê. Girseke din jî heye ku xwe ji her tiştî re bêtir girtine û dibêjin “Ma me ji we re negotibû”. Ez dikarim bêjim cudabûneke bi vî rengî derketiye holê.
Gelo cînayet bandoreke çawa li ser civaka giştî kir?
Roja 17ê Çileya 2007an ji bilî rojname û gelê Ermen ji bo hemû Tirkiyeyê bû mîlat. Dema min dît ku bi sedhezaran însan dimeşe ez matmayî mam. Ti rêxistineke wisa tine bû ku wê girseyê wisa rêxistî bike. Ew berteka refleksîf ne tenê ji ber xemgîniya qetilkirina Hrant Dink bû. Bêguman qetilkirina wî sedemeke mezin bû û ji bo berteknişandana hevparî bû destpêk. Her kes ji ber neheqî, zext û xemgîniyên xwe li wir bû.
Dîsa di merasîmeke bîranîna qetilkirina wî de pankartek hat vekirin ku navê wî û daxwaza naskirina Jenosîda Ermenan bi hev re hatibû nivîsandin.
Ji ber vê yekê doza ji bo qebûlkirina Jenosîda Ermenan û doza derbarê qetilkirina Hrant Dink de bi hev re hat dirêjkirin û îro jî dewam dike.
Ev yek jî riya ku dê Tirkiye bibijêre dide nîşan.
Qetilkirina Hrant Dink ancax bi edaletê çareser dibe. Gelek sazî û aliyên dewletê bi cinayetê ve têkildar in. Edalet hebe wê ew rayedar û saziyên dewletê îfşa bibin. Eger edalet hebûya wê ji xwe Jenosîda Ermenan bihata qebûlkirin.
Di vê dozê de keda ku him di warê hiqûqê de him jî di warê xwedîderketinê de hatiye dayîn, bi min gelek pîroz e û girîng e. Lê ez texmîn nakim ku encameke baş û adil ji wê dozê derkeve. Lê welateke wiha nîn e. Min wî welatê xweş ku di xewnên şeva de dihat ber çavên min, zû de ji dest xistiye.
(EA/YO)