Bajarê Amedê tê zanîn ku bajarekî dîrokî ye û hema bêjin li her tax û kûçeyeke Sûrê mirov leqayî avahiyên dîrokî tê. Yek ji van avahiyên bi nav û deng ku di van salên dawî de bûye yek ji dika gelek hunermendên kurd jî, hemama kevnare ya bi navê Hemama Devayê ye.
Hemama Devayê yek ji hemama herî mezin a li Amedê ye û li gor agahiyên tên zanîn di sedsala 16emîn ango di navbera salên 1520-1540î de hatiye çêkirin.
Li gorî çavkaniyên arkolojiyê, ji bo ku jîngehek bi statûya ‘bajêr’ bê pênasekirin hewce ye di wî cihî de avahiyên mîna perestgeh, tiyatroyên antîk, kanî, agora (sûk), hemam û hwd hebin.
Hemamên li bajarên kevnare bi gelemperî li ber deriyên bajaran hatine çêkirin da ku kesên ji rêyên dûr ên bi hefteyan, bi mehan di rê de ne, bikaribin xwe bişon. Hemama Devayê jî bi vê armancê li nêzî Deriyê Mêrdînê hatiye çêkirin.
Hemama Devayê ji sala 2018an ve di destê Cuma Akgunê 50 salî de ye û piştî ku hemam ji çopa heyî paqij kiriye wek cafeyê bikar anîye.
Kargerê Hemama Devayê Cûma Akgunî derbarê Hemama Devayê de bi bianet kurdiyê re axivî û got: “Hemama Devayê yek ji parçeyekî dîroka Amedê ye û divê em xwedî li vê çand û dîrokê derkevin.”